Derbarê Tuncay Sonel de biryara binçavkirinê

  • 14:53 17 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir ji bo Tuncay Sonel fermana girtinê da.
 
Di çarçoveya lêpirsîna windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Doku de, ji bo waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel, fermana girtinê hate dayîn. Wezareta Karên Hundir lêpirsînek li ser Tuncay Sonel dabû destpêkirin. 
 
Der heqê walî Tuncay Sonel de lêpirsîn hate kirin û piştre ji wezîfeyê hate dûrxistin. Hate zanîn ku der heqê Tuncay Sonel de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.