Kafeya ku bi îdiayên fihûşê ket rojevê hat mohrkirin

  • 11:10 11 Nîsan 2026
  • Rojane
Şehrîban Aslan - Rabîa Onver
 
AMED - Kafeya R.G., bi îdiayên fihuşê ket rojevê, bi hinceta di bin navê komeleyê de wek kafe dişixulinine û bazirganiye dike hat mohrkirin.
 
Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet idomin û nîqaşên der barê ku ev polîtîka civakê hedef digire didomin. Ev polîtîka herî zêde jinan hedef digirin û wek mekanîzmayên zexta li sr jinan hatiye avakirin tê îfadekirin. Bi tiryak, şantaj, sîxurî û fuhuşê jin hedef tên girtin û bi taybet jinên ciwan bi rêbazên cuda dikevin nav lepê vê torê.
 
Di vê çarçoveyê de sala borî di meha Mijdarê de  li taxa Ofîs a navçeya Yenîşehîrê li dijî  ‘Kargeriya Îktîsadî ya Hunermendan a S.M’  êrîşa çekdarî pêk hat û piştî vê îdiayên wekê faliyetên li avahiyê hatin rojevê. Hatibû îdiakirin ku avahî sê kate katek kahweye, katek kafe û katê jor jî kumarxaneye. Hat îdiakirin ku xwediyê kafeya ‘Roj-Dem’ ya di afahiyê de faliyetê dimeşîne, jina bi navê R.D xwe wek ‘PKK’iya berê’ daye nasîn û jinên ciwan bi vê awayî dixe nav lepê û li vir fuhuşê lê ferz dikin. Ev îdia di mijara 2025’an de ji aliyê ajansa me ve nûçeya wê hatibû çêkirin.
 
Di lêkolînên me yên çarçoveya mijarê de, bi jina ku berê li kafeyê xebitî bû û ji ber ewlehiyê navê xwe neda hevdîtin hatibû kirin.
 
Îdiayên vegotinên der barê birîndariyê de rastiyê nîşan nade
 
Jina di nûçeya me ya ewil de axivî, ragîhandibû ku R.D der barê birîna milê xwe de gotiye "Dema gerîla bûm di pevçûnê de birîndar bûye", Lê piştre li gorî agahiyên hatine girtin, ev vegotina R.D rastiyê nîşan dane, birîna milê wê di encama ku ber asansorê de maye derketiye holê.
 
Piştî nûçeyê serlêdan kir
 
Li ser nûçeya me R.G der barê ajnasa me û  Rojnameya Yenî Yaşam de serî li dozgeriyê da û di hesabê xwe ya medyaya dijîtal de got divê çapemenî lêborînê bixwaze. Ji serlêdan û parvekirina R.G tê dîtin ku ji polîtîkayên bêcezahiştinê çiqas cesaretê digire.
 
Li gorî agahiyên ku me ji Şaredariya Yenîşehîrê wergirtine, Kafeya Rojdem, ku aîdî Komeleya Hunerê Muzîka Kolanan a li Amedê, di 28'ê Çileya 2026'an de li gorî biryareke îdarî hatiye mohrkirin. Girtina kafeyê, ku bi navê R.G. dihat xebitandin û tê gotin ku di nav komeleyê de dixebitî, bi lêpirsînên ku ji hêla Rêveberiya Bajêr a Civaka Sivîl a Walîtiya Amedê ve li ser bingeha nameyên ji Sekreteriya Navçeyê ya Qeymaqemtiya Navçeya Yenîşehîrê hatine kirin, hatiye rewakirin.
 
Daxuyaniya şaredariyê ya derbarê kafeyê de wiha berdewam kir: "Piştî vekolînekê ku bi fermana walîtiyê ve hat kirin, çalakiyên komeleyê û rewşa karsaziya wê ya bazirganî û aborî bi hev re hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku ew cih ji hêla qanûnî û pratîkî ve wekî avahiya komeleyê, berevajî rêziknameyan, dixebitî. Li gorî vê yekê, hat destnîşankirin ku destûrnameyên vekirin û xebitandina karsaziyê yên pêwîst ji bo karsaziya aborî ya komeleyê nehatine wergirtin, cih tenê wekî avahî dihat bikar anîn û destûr û belgeyên têkildarî çalakiyên avahiyê jî tune bûn. Ji ber van hemû sedeman, li gorî Qanûna Hejmar 5253 ya li ser Komeleyan û qanûnên têkildar, karsaziya ku di çarçoveya karsaziya aborî ya Komeleya Hunerê Muzîka Kolanan de dixebitî hat mohrkirin û girtin."
 
Her wiha me bi Walîtiya Amedê re têkilî danî da ku em bipirsin ka gelo lêpirsînek li ser kafeyê tê kirin an na. Wan diyar kir ku divê em bi rêya parêzeran  daxwaznameyekê ji daîreya têkildar re binivîsînin, wekî din ew nikarin tu agahî bidin.
 
Ji bilî van hemûyan, tê îdiakirin ku di salên dawî de, hin kafe li Ofîsê bi navê komeleyan hatine vekirin. Ev komele veguherîne kumarxane, ji saetên şevê û pê ve, ew diguherînin cihên ku alkol lê tê firotin û bûne cihê fihûşê.