Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

  • 12:32 11 Nîsan 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Tulay Hatîmogullari anî ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê qanûnên pêwîst demildest bên derxistin û got: “Divê gavên şenber demildest bên avetin û em ê heta ew gav tên avetin têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari beriya civîna endamên Meclîsa Partiyê ku dê 2 rojan bidome, li navenda partiya xwe ya giştî daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û endamên Meclîsa Partiyê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de ji parlamenter Çiçek Otlu ku ameliyat bibû re şîfa xwest û bi lêv kir ku ew ê têkildarî gengeşeyên li Rojhilata Navîn nirxandina rojevên heyî di civînên xwe de bidomînin.
 
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku di rojeva wan de gelek mijar hene û wiha axivî: “Ji bilî gengeşeyên li Rojhilata Navîn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, qirîza aborî ya heyî û li ser gelek mijaran em ê rawestin. Divê rejîma Îranê li dijî êrişên mêtinger, aştiya civakî pêk bînê û Îraneke demokratîk ava bike. Her wiha darvekirinan rawestînê û daxwazê wekheviya xwepeşenderên Îranê bi cih bînê.”
 
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser qirkirinên li ser xwezayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatî bi gelek qirîzan re rû bi rû ne. Li aliyekî ve qirîza aboriyê û ji aliyê din vê jî qirkirina xwezayê. Lê li dijî qirkirina xwezayê berxwedana welatiyan jî heye. Em berxwedana Îkîzkoyê silav dikin. Esra Işik ku ji ber li dijî qirkirina xwezayê derketiyê jî hat girtin. Divê Esra Işik demildest bê berdan. Her wiha qirîza enerjiyê jî heye. Em pêşniyarên xwe yên ji bo desthilatê ji nû ve dikin; Divê vergiyên ser sotameniyê rabin. Her wiha deynê cotkaran bê jêbirin. Divê desthilat sermayê neparêze û bi awayekî ku cotkar û karkeran bigirê navendê polîtikayeke aboriyê bi rê ve bibe. Heke wisa nebe bi milyonan welatî dê bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin.”
 
Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari tekildarî civîna dûh a meclîsa jinan jî ew tişt anîn ziman: “Dûh civîna me ya jinan hebû. Me li ser taybetmendiyên jinan, di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola jinan, di qirîza aboriyê de bandora wê ya li ser jinan û li dijî qirkirina jinan em dikarin têkoşîna xwe çawa bilind bikin axivîn. Li ser cezayê dervekirinê yên Îranê jî em axivîn. Em dibêjin divê demildest cezayê dervekirinê bê batal kirin.”
 
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku careke din derketiye holê ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêwîstiyeke mezin e û wiha pê de çû: “Civak li benda derxistina qanûnan e. Divê ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên pêwîst demildest derbikevin. Lê şewirmendê Serokkomar ji me re dibêje divê ‘DEM Partiyê di pêvajoyê de zelal be û spartekên derxistina qanûnan nede desthilatê.’ Em jî dibêjin; komara Tirkiyeyê hê nebûyê demokratîk. Divê komara Tirkiyeyê demokratîk bibe. Lê dema em van daxwazan tînin ziman zora wan diçe. Divê ew nece zora wê û van daxwazan pêk bînin. Teyîda aştiyê nabe. Nabe ku ji bo derxistina qanûnan li benda teyîkirinê bimînin. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan pêk bînin û hevşeredarên hatinê hilbijartin bila vegerin ser karê xwe û hemû siyasetmedarên girtî werin berdan. Ew gav dê bandoreke mezin li ser pêvajoyê bike. Divê gavan şenber demildest bên avetin û em ê heta ew gav bên avetin têkoşîna xwe bidomînin. Em partiya bindestan in. Em ê her tim li kêleka bindestan bûn û dê her tim mafê bindestan biparêzin.”
 
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku di nav van geşedanên li Rojhilata Navîn û pêvajoya li Tirkiyeyê de 1'ê Gulanê xwedî wateyeke mezine û wiha got: “Em bi hemû endamên partiyê ve li her derê dest bi xebatên 1ê Gulanê bikin. Li her derê li qadan tijê bikin. Di civîna me de jî em ê van tiştan biaxivin. Em ê li ser pêşvebirina pêvajoyê û demokratîkirina Tirkiyeyê xebatên divê bê kirin, nirxandin û nîqaşan bikin. Em ê plansaziya xebatên li pêşerojê biaxivin.”