Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya koçberan bi çareseriyeke mayînde heye
- 17:54 29 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Heyva Sor a Kurd diyar kir ku bi êrişên komên hikumeta demkî re pêla koçberiyê destpêka îsal (2026) zêdetir bû. Her wiha alîkariyên ku pêşkêşî koçberan hatine kirin, vegot û balkişandin ser ku pêdiviya koçberan bi çareseriyeke mayîn de heye.
Heyva Sor a Kurd der barê rewşa dawî û pêla koçberiyê ya ji Efrîn, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, her wiha koçberiya ji Reqa û Tebqayê û alîkariyên ku derbasî Rojavayê bûne de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li Navenda Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna endamên Heyva Sor û rojnemevanan hat dayîn.
‘Pêleke nû ya koçeriyê dest pê kiriye
Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa daxuyaniyek bi zimanê erebî xwend û got: "Pêleke nû ji koçberiyekê bi êş, di 18’ê Kanûna 2026’an de dest pê kiriye. Ev pêl ne koçberiyek nû ye, lê berdewamîya êş û zorê ye ku ji sala 2018’an ve didome. Dema ku êrişên Tirkiye û komên girêdayî wê gelê Efrînê mecbûr kirin ku ji warê xwe koç bikin. Gelek ji wan paşê çûn Şehbayê û piştî wê jî ji bo dîtina aramiyê ber bi herêmên Tebqa û Reqa ve koç kirin. Bi êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser herêmên Tebqa û Reqa û bi bilindbûna astê komkujiyan re, gelê Efrînê û niştecihên van herêman careke din mecbûr bûn û koçî herêmên Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Koçber li bajarên wekî Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Dirbêsiyê, Tirbêspiyê, Girkê Legê, Rimêlan û Amûdê di dibistanan, mizgeftan, kampa Serêkaniyê û malên nav taxan de wekî stargehan cih bûne.''
Zêdetirî 60 hezar kesî koçber bûne
Li gorî daneyên di daxuyaniyê de hatin parvekirin, di encama êrişên komên hikumeta demkî de zêdetirî 60 hezar kes koçber bûne ku li sedan stargehan dimînin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Ji kêliyên destpêkê ya hatina koçberan ve, malbat bi rewşek mirovahî ya dijwar re rû bi rû bûn. Ev rewş her ku diçe dijwartir dibe. Kêmasiya cihê aramgiriyê, betanî û madeyên germkirinê, kêmbûna xwarin û ava paqij, kêmasiya karûbarên tenduristiyê û zexta mezin li ser derfetên herêmî di şertên zivistanê yên dijwar de hebû. Li beramberê vê rewşa lezgîn, Heyva Sor a Kurd di demeke kurt de dest bi bersivdana lezgînî kir, tedawiya lezgîn pêşkêş kir, nexweşên rewşa wan giran birin nexweşxaneyan, kilîkên gerok xistin tevgerê, navendên tenduristiyê bi dermanan û pêwistiyan dagirtin, her wiha paketên xwarinê, madeyên paqijiyê û depoyên avê hatin belavkirin. Cil, nivîn û sobe, şîr û pêdiviyên zarokan, xwarina hazir û nan, her wiha pere li koçberan hatin belavkirin."
Piştgiriya civakî û derûnî hatiye kirin
Her wiha hat bibîrixtin ku Heyva Sor a Kurd 2 karwanên alîkariyê ber bi Kobanê ve şandin û bi rêya çalakiyên cuda jî desteka dirûnî û civakî pêşkêşî zarokan kirin.
Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin ku di dema koçberiyê de wan girîngî dan zarok, jin, kesên bi temen û nexweşan rewşa wan a tenduristiyê bi domdarî dişopandin û wiha berdewam kir: “Belavkirina alîkariyan hîna berdewam e .Di encama piştgiriya berfireh û hevgirtina gel de bersiva lezgîn û çalak hat dayîn. Bi vê yekê jiyana bi hezaran kesî hat rizgarkirin. Em spasiya hemû kesên alîkarî dane, dikin. Tevî pirsgirêkên mezin, xetereyên hewlehiyê û mercên baran, lehî û berfê jî xebatkarên Heyva Sor a Kurd xebatên xwe bi derfetên di destê wê de heya niha didomînin. Pêdiviya koçberan ne tenê bi alîkariyên mirovî yên lezgîn hene, lê belê pêdivî bi çareseriyeke daîmî heye ku dawîn li êşên wan dubare binîne û ewlehî û rûmeta wan misoger bike.”







