Pêşangeha ‘Li Pey Şopa Dîcleyê’ hat vekirin
- 18:23 29 Adar 2026
- Çand û Huner
AMED- Li Qesra Cemîlpaşa ya li navçeya Sûra Amedê pêşangeha “Li Pey Şopa Dîcleyê Bibîranînên Kultûrî û Ekolojîk” îro dest pê kir.
Bi piştevaniya sereke ya Fona Piştevaniyê ya Çand û Hunerê ya CultureCIVICê û bi hevkariya Sîvîl Düşün û Şaredariya Mezin a Amedê Pêşangeha “Li Pey Şopa Dîcleyê: Bibîranînên Çandî û Ekolojîk” li Qesra Cemîlpaşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê hat vekirin. Endam û nunerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî pêşengehê bûn. Ewilî Dîlan Kaya Taşdelen û Gîzem Kiygiya ku ev xebat meşandine li ser xebatên xwe ji mêvanan re danasînek kurt kirin. Piştre beşdarvan li pêşengehê geriyan û çavderiyên xwe kirin. Pêşengeh ji xebatên Dîlan Kaya Taşdelen û Gîzem Kiygiya li ser bîra pirtebeqeyî ya Çemê Dîcleyê, veguherînên ekolojîk û berdewamiya çandî hûr dibe û dê di navbera 29’ê adarê û 12’ê nîsanê de li Qesra Cemîlpaşa ya li Sûrê li Mûzexaneya Bajêr a Amedê were nîşandan.
Xwestin balê bikşînin ser texrîbata ekolojiyê
Beriya vekirina pêşengehê Dîlan Kaya Taşdelen bal kişand ser rewşa çemê Dîcleyê û ev tişt anî ziman: “Xebatên me yên li ser çemê Dîcleyê piranî ser der û dora baxçeyên Hevselê bun. Me xwest bi vê xebatê êrişên li ser baxçe û çem tên kirin bi pêşengehêkî bê dîtin û bi van êrîşan jiyana xweza û bajêr çawa vediguhere bînin pêşberî we. Armanca me ew bu em balê bi xebatek wisa bikşînin ser girîngiya çem û bandora ku li ser bajar, xweza û çêreyên derdorê û me xebatek wisa pêk anî.”







