Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê

  • 13:48 20 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza azadî û rûmetê, di qonaxeke nû de bi coşeke mezin li çiyayên azad ên Kurdistanê tê pîrozkirin.
 
Newroza îsal ji gelek aliyan ve xwedî wateyeke gelek mezin û cuda ye. Gelê Kurd li her qadê bi yek dengî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike.
 
Li qadên gerîla jî di pîrozbahiyên Newrozê de coşeke gelek mezin a ku hêjayî dîtinê ye, heye. Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê bi amadekariyên cûr be cûr Newroza 2026’an bi pêxistina agirê Newrozê û bi gerandina govendê pîroz dikin.
 
Ji fermandarên HPG û YJA STAR’ ê Bawer Dersîm, Zozan Çewlîk, Gulîstan Gulhat, Devrîm Palo, Adar Dersîm, Şafak Aryen, Cûma Bilikî, Zinar Korkmaz, Firat Çelê û gelek fermandar û gerîlayên HPG û YJA STAR’ê jî tevlî vê pîrozbahiya bi heybet bûn.
 
Di pîrozbahiyê de ku bi sedan gerîla amade bûn, govend hate gerandin. Em jî weke ragihandina azad li Herêmên Parastinê yên Medyayê van pîrozbahiyan ji nêz ve dişopînin.