Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
- 12:52 20 Adar 2026
- Rojane
STENBOL - Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê diyar bû. Tê payin ku zêdetirî milyonek kes tev li bibe.
Newroza îsal a li bakurê Kurdistanê û gelek navendên Tirkiyeyê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” tê pîrozkirin. Yek ji navendên her sal pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin lê tê pîrozkirin jî Stenbol e. Newroza li Stenbolê dê li Yenîkapiyê bê pîrozkirin û tê payin ku zêdetirî milyonek kes tev li bibe. Newroz, dê di roja 22’yê Adarê saet di navbera 11.00 û 18.00’ê de li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Bernameya Newroza Stenbolê jî diyar bû. Hunermend, Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siysasî û gelek siyasetmedar dê tev li bibin.
Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê wiha ye:
* Koma Kemençeyê
* Komîteya Amadekar dê axaftinê bike
* Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan dê biaxivin.
* Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê dê daxuyaniyê bidin.
* Serokê Giştî yê Federasyona Yekeyên Elewiyan ên Almanyayê Huseyîn Mat biaxive.
* Dayikên Aştiyê dê agirê Newrozê hil kin.
* Hunermend Suavî dê derkeve ser dikê.
* Çetîn Arkaş, ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş dê biaxivin.
* Herî dawî jî dê Koma Amed derkeve ser dikê.









