ROJEVA 18'YÊ ADARA 2026'AN
- 09:00 18 Adar 2026
- Rojev
*Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Ebru Demîrtepe rapora komîsyona meclîsê nirxand û got: “Rapor ne dawiye an jî encameke, rapor destpêke. Di esasa welatibûna wek hev de divê sererastkirin bên kirin. Mafê hêviyê ji bo me di nokteya felsefîk, ji bo Aştî û Civaka Demokratîk gelek girîng e. Divê her kes berpirsyariyê bigire.” BI DÎMEN
*Sema Yuce… Pira ji agir ya ku têkoşîna azadiya jinên Kurd bi azadiya gelê Kurd re kir yek.
*Dayika Aştiyê Peyrûze Kurt a li Îzmîrê dijî, rave kir ku Newroz ji demên berê heta niha di bîranînên jinan de wekî sembola berxwedanê ye û got, "Me demên dijwar derbas kirin, lê me qet hêviya xwe winda nekir; em ê bigihîjin rojên ronîtir." BI DÎMEN
*Nûnerên DEM Partî ya Çankayayê û meclîsa jinan beriya Newrozê axivîn û gotin daxwazên îsal li qadan bilind dibin di esasa aştî, azadî û civaka demokratîk de dibe yek. BI DÎMEN







