Li Qoserê Newroz tê pîrozkirin
- 12:04 17 Adar 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Cejna newrozê li navçeya Qoserê bi coşeke mezin tê pîrozkirin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, newroz bi dirûşmên "Newroz a Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newroz a Azadî û Demokrasiyê" tê pîrozkirin. Bi sedan kes, bi cilên kurdî, ji serê sibê ve beşdarî pîrozbahiyê bûn ku li qada Otogarê hate lidarxistin.
Di dema pîrozbahiyê de, gelek caran dirûşmên wekî "Ciwan şopînerên dilsoz ên Apo ne", "Bijî Rêber Apo", û "Jiyan bê rêber ne mimkun e" têne berzkirin.
Berfirehiya nûçeyê heye...







