Jina bi berxwedana xwe di bîra mirovan de ma: Besê Anûş

  • 09:04 17 Adar 2026
  • Portre
Derya Ceylan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Besê Anuş, kesayeteke pêşeng a di têkoşîna rizgariya jinên Kurd de, di salvegera jidestdayîna jiyana xwe di 17'ê Adara 1981'ê de,  bi wêrekî, rola xwe di rêxistinkirina jinan de û mîrateya têkoşîna ku li pey xwe hiştiye, tê bîranîn.
 
Jinên Kurd ne tenê wekî şahid, lê di heman demê de wekî pêşeng di dîroka têkoşîna rizgariyê de jî sekinîne. Ji Fata Reş heta Zerîfe Xanim, ji berxwedana Dêrsimê heta roja îro, Besê Anuş yek ji wan jinan e ku şopa xwe li ser vê xeta têkoşînê hiştiye ye. Besê Anuş ku bi nasnameya xwe ya Kurd û Elewî tê nasîn, hem ji ber kesayetiya xwe ya berxwedêr û hem jî ber xebata xwe ya di rêxistinkirina jinan de tê bîranîn.
 
Jiyanek ku zextên piralî hatiye biteşekirin
 
Besê Anuş ku li navçeya Bazarcix a Mereşê ji dayik bûye, ji temenê xwe yê ciwan ve bi nakokiyên civakî re rû bi rû maye. Zextên piralî yên ji ber jinbûn, Kurdbûn û Elewîbûnê jiyana wê  biteşe kirin. Besê ku li Bazarcixê bi malbata xwe re bi cih bû li aliyekî barê jiyanê daye ser milên xwe û li aliyê din jî  jiyanê hilgirt ser xwe û di heman demê de jî bûye parçeyek ji pêvajoya polîtîk.
 
Rêxistinbûna ji Bazarcixê dest pê kir
 
Di salên 1970'an de, Bazarcix û derdora wê bûn yek ji herêmên ku aloziyên siyasî û civakî lê zêde bûne. Nakokiyên rastgir-çepgir, êrîşên li dijî Elewiyan û zexta li ser nasnameya Kurd faktorên diyarker bûn di tevlêbûna bihêz a Besê Anuş li nava têkoşînê. Besê Anuş ku beşdarî pêvajoya şoreşgerî ya ku ji sala 1978'an dest pê kir bû, bi taybetî gund bi gund digeriya, bi mirovan re civîn li dar dixist, bi jinan re diaxivî û dixebitî da ku wan bihêz bike ku nasnameyên xwe yên xweser îspat bikin.
 
Berxwedana wê di rêxistinkirina Jinan de
 
Yek ji aliyên herî girîng ên ku Besê Anuş pênase dike, xebata wê ya rêxistinî di nav jinan de bû. Di serdemek ku nasnameya Kurd qedexe bû û mafê jinan ê axaftinê di qada giştî de sînordar bû, Besê Anuş hewl da ku jinan ji nasnameyên wan haydar bike û bike kirdeya têkoşînê. Li gorî vegotinên ji derdora wê ya nêzîk û hevalên wê, yek ji daxwazên wê yên herî mezin perwerdekirina jinan bû. Di vî warî de, Besê Anuş wekî yek ji kesayetên pêşeng di şiyarbûna hişmendiyê ya yekem di nav jinên Kurd de tê bîranîn.
 
Berxwedana di dema komkujî û darbeyê de
 
Komkujiya Meraşê ya 1978'an û atmosfera piştî wê xeta têkoşîna Besê Anuş zelaltir kir. Trawmaya ku ji ber komkujiyê çêbû ne tenê li ser gelê herêmê,  di heman demê de li ser helwesta siyasî ya Besê Anuş jî şopek kûr hişt. Tevî polîtîkayên tund ên ku bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê kûrtir bûn jî Besê Anuş paşve gav neavêt; tevî girtin, îşkence û tundiya dewletê jî wê dev ji berxwedana xwe berneda. Kesên ku wê nas dikirin tekez dikin ku Besê Anuş jinek bû ku moral û biryardariya xwe di şert û mercên herî dijwar de jî parastiye.
 
Xeta têkoşînê ya cvakî û Yekgirtî
 
Li gorî hevalên wê, Besê Anuş ne tenê wêrek bû, di heman demê de xwedî kesayetiyek bû ku bi hêsanî bi mirovan re dikaribû têkilî dayne, xwedî tecrûbeyên rêxistinî yên bihêz bû û parve dikir. Bi lez û bez bawerî dida kesên li dardora x we, Besê Anuş di nav gel de bû kesayetek navdar û mînak. Xebata wê ya bi jinan re têkoşîna wê ji helwestek takekî wêdetir kir, ew veguherand xeta berxwedanê ya civakî.
 
Wê jiyana xwe ji dest da, lê mîrata Wê Ma
 
Besê Anuş di 17'ê Adara 1981'an de, di pevçûnek li herêma Bazarcixê de jiyana xwe ji dest da. Wê ne tenê jiyanek kurt, lê di heman demê de mîrateyek têkoşînê li du xwe hişt. Berxwedana wê wekî yek ji pêşengên pêşîn ên têkoşîna rizgariya jinên Kurd tê dîtin.
 
Hêzek Ku Heta Roja îro Maye
 
Tevî salên ku derbas bûne, navê Besê Anuş, bi taybetî li Bazarcixê û derdora wê, bi wêrekî, fedakarî û biryardariyê tê zanîn. Ew kesên ku wê nas dikirin, hîn jî behsa baweriya Besê Anuş bi jinan, dilsoziya wê bi hevalên wê re û têkoşîna wê ji bo gelê dikin. Jiyana Besê Anuş îro jî di têkoşîna wan a ji bo azadî, wekhevî û parastina xwe de hêzê dide jinan.