Ji Şaredariya Peyasê kargehên hişyariyê

  • 15:29 13 Adar 2026
  • Rojane
AMED - Xebatkarên jin ên Şaredariya Peyasê dest bi kargehên hişyariyê kirin
 
Xebatkarên jin ên Şaredariya Peyasê, bi rêya bernameyeke perwerdehiyê ya taybet hat organîzekirin, ji bo vekolîna wekheviya zayendî, ekolojî û ragihandina bê tundî dest bi perwerdehiyê kirin.
 
Bernameya perwerdehiyê ya ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ve tê birêvebirin, bi kargeha ku li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hat lidarxistin, berdewam kir. Ev bername bi taybetî ji bo jinên ku di bin banê Gerînendetiya Park û Baxçeyan de dixebitin hatiye amadekirin û gelek mijarên girîng ên wekî ragihandin, ekolojî, tenduristî û tabûyên civakî di nav xwe de dihewîne.
 
Armanc, bi rêya ragihandinê xwe gîhandina aştiya civakî ye
 
Di “Kargeha Ragihandinê” de ku wekî qonaxa yekem a bernameyê hat lidarxistin, girîngiya ziman û rola wê di avakirina aştiya civakî de hate nîqaşkirin. Di vê beşê de ev mijarên sereke hatin nîqaş kirin; pêkhateyên bingehîn ên ragihandinê hatin nirxandin, rêbazên li ser bingeha empatiyê ji bo çareserkirina nakokiyên di jiyana rojane de û pratîkên aştiyane ji bo birêvebirin û cudahiyên din hatin parve kirin.
 
Tabûya “regl”ê li ser pêvajo û kêmasiya paqijiyê
 
Di kargeha bi navê “Tabûya Reglê, Pêvajo û Zehmetiyên Wê” de, hate destnîşankirin ku dem wekî pêvajoyeke biyolojîk di dîrokê de çawa bûye tabû. Bi mînakên ji cîhanê ve hate nîqaşkirin ku di nav demê de jin bi çi zehmetiyan re rû bi rû dimînin û bi taybetî di warê gihîştina berhemên paqijiyê de. Her wiha hate diyarkirin ku di demên qeyranên şer, koçberî û karesatên xwezayî de ev pirsgirêk çiqas kûr ajotiye û bandor li jinan kiriye. 
 
Jin parêzvanên xweza û ekolojiyê ne
 
Di kargeha “Jin û Ekolojî” de hate teqezkirin ku ekolojî ne tenê pirsgirêkek jîngehî ye, lê bi awayekî hebûn û têkiliya wê bi civakê re heye. Pêwendiya dîrokî ya jinan bi xwezayê re, rola pêşeng a jinan di têkoşîna ekolojîk de û girîngiya vê têkiliyê ji bo jiyaneke domdar hate lêkolînû nîqaşkirin. Beşdaran serpêhatiyên xwe yên kesane yên derbarê vê mijarê parve kirin û bandora erênî ya jinên di têkoşîna parastina xwezayê de mînak nîşan dan.
 
Kargeh dê bi perwerdeyên cihêreng berdewam bikin
 
Bername bi rêzeya perwerde û kargehên cuda yên ku tê de zanînên teorîk û pratîk tên nîqaşkirin, di rojên pêş de jî dê berdewam bike.