Li Erziromê meşa bi coş a 8'ê Adarê
- 14:46 6 Adar 2026
- Rojane
ERZIROM -Cîgira Hevseroka DBP Narîn Gezgor di meşa 8'ê Adarê ya li Qereyaziyê de axivî û got, "Divê jinên Kurd heta ku Abdullah Ocalan azad bibe têkoşînê bidomînin."
Tevgera Jinen Azad (TJA), di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, li navçeya Qereyazî ya Erziromê bi dirûşma “Bi jina azad re, ber bi civaka demokratîk ve” meş li dar xist. Jinên li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bûn, ber bi Mizgefta Navendê ve meş li dar xist. Di meşê de pankartên “Bi jina azad ber bi civaka demokratîk ve", "Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” û dovîzên “Ronesansa jinê dest pê kir û em ê nesekinin”, “Bi xeta hevrêtiya komunal xwe birêxistin dikin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jina” û “Jin, jiyan, azadî azad bike Rêbertî” hatin berzkirin. Jin, bi cil û bergên Kurdî tev li çalakiyê bûn.
Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgorê di daxuyaniyê de got ku cînayetên jinan berdewam in û jin bi sedan sala ye li ber xwe didin. Narîn Gezgorê wiha domand: “Jin, li tevahiya cîhanê li dijî komkujiyan li ber xwe didin. Li malê, li kolanan û her qadên jiyanê berxwedana xwe mezin kir. Jinên Kurd têkoşîna xwe mezin kir. Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin. Komkujiyên jinan polîtîk in. Yên jinan dikujin, hêza xwe ji polîtîkaya necezakirinê digirin. Heta ku hemû mafên jinan, keda wan, azadiya wan neyê naskirin dê civak jî azad nebe.”
'Hata mafên kurdan neyê misogerkirin demokratîkbûn nabe'
Di berdewamê de Narîn Gezgorê bal kişand ser êrişên ser rojhilatê Kurdistanê û axaftina xwe wiha qedand: “Li her çar parçeyên Kurdistanê divê jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bê parastin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27’ê Sibatê de bang kir. Got ‘Bila Îran, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibin.’ Got ku heta mafên Kurdan neyên naskirin dê demokratîkbûn çênebe. Berpirsyartiyeke mezin li ser milên jinên Kurd e. Abdullah Ocalan, divê xwedî statuyeke siyasî û hiqûqî be. Heta aştî çêdibe, civaka demokratîk ava dibe û birêz Ocalan azad dibe dê jinên Kurd bi şev û roj têbikoşin. Divê bi şev û roj ji bo azadiyê têbikoşin. Di serî de Fîgen Yuksekdag, Ayşe Gokhan û Leyla Guven, silavên xwe ji hemû jinên girtî re dişînin.”
Jinan, piştî axaftinan dirûşm berz kir, lîrandin û heta avahiya rêxistina navçeyê meş li dar xistin.







