Li Girtîgeha Bunyanê axaftina bi Kurdî qedexe ye!

  • 09:04 3 Adar 2026
  • Rojane
Rabîa Onver-Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Binpêkirinên mafên mirovan li Girtîgeha Jinan a Bunyanê zêde dibin, bi taybetî li ser pêşîgirtina bikaranîna zimanê Kurdî. Dayika girtiya bi navê Gulistan Al Emîne Al, got, "Dema ku keça min bi telefonê bi me re axivî got ku axaftina bi Kurdî qedexe ye. Em vê yekê qebûl nakin. Divê neheqiyên li zarokên me têne kirin bi dawî bibin."
 
Binpêkirinên mafên mirovan, polîtîkayên tecrîdê û zextên li dijî girtiyên siyasî li girtîgehên li seranserê Tirkiye û Kurdistanê zêde dibin. Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên bi heman rengî ji rojevê nakeve. Parêzvanên mafên mirovan bi gelemperî cezayên dîsîplînê, sînorkirinên li ser serdanan û mafên ragihandinê, astengiyên li pêşiya çalakiyên civakî û pirsgirêkên xwe gihandina mfê tenduristiyê ji bo girtiyên siyasî li girtîgeha Bunyan destnîşan dikin.
 
Yek ji binpêkirinên mafên mirovan li Girtîgeha Bunyanê jî qedexekirina dubare ya zimanê Kurdî ye. Ji sala 2024-an vir ve, girtîgeh weşanên bi kurdî û xwegîhandina girtiyan a nûçeyên Kurdî qedexe dike. Herwiha dema ku girtî bi malbatên xwe re bi telefonê bi Kurdî diaxivin jî axaftinên wan tên qutkirin û ceza li wan tê birîn.
 
Dayika Gulistan Al ku li Girtîgeha Jinan a Bünyan a Kayseriyê girtî ye Emîne Al, li ser binpêkirinên mafên mirovan ên ku girtiyên siyasî dijîn axivî.
 
Emîne Al, diyar kir ku keça wê Gulistan Al 9 sal in di girtîgehê de ye û got ku Gulistan li girtîgehê rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan hatiye. Emîne Al got, "Gulistan cezayê muebetê yê girankirî lê hatiye birîn. Çend dozên din jî hene ku ceza ji wan jî lê hatiye birîn, lê em nizanin  ku kîjan doz in û çend sal ceza lê hatiye birîn. Şert û mercên girtîgehê li Kayseriyê jî xirab in, wekî li her derê. Hewadarî tune ye, girtî di hucreyên yek kesî de têne girtin. 11 girtiyên jin hene, hemû di hucreyên cuda de têne girtin. Ew tenê bi gazîkirina hevdu danûstandinê bi hev re datîn; wekî din, danûstandina wan tune ye. Sedema ku ew di hucreyên yek kesî de ne ji ber ku wan cezayê muebetê yê girankirî wergirtine. Sedema ku zarokên me di hucreyên yek kesî de têne girtin ew e ku têkiliya di navbera wan û hevalên wan de were qutkirin, ku ev jî cureyek din a cezayê ye."
 
'Ew tenê dikarin her  ji15 rojan carekê telefon bikin'
 
Emîne Al, diyar kir ku keça wê, ku cezayê muebbetê yê girankirî wergirtiye, tenê dikare her 15 rojan carekê telefonî malbata xwe bike, got ku ew, wekî malbat, ji ber têkiliya sînorkirî bi fikar in. Emîne Al got, "Televîzyonek heye, lê tenê yek kanal heye û ew bi rêya wê kanalê agahiyan digirin; cîhek din tune ku ew agahî bistînin. Bi gelemperî, divê ew heftê carekê telefon bike, lê ew her 15 rojan carekê telefon dike û ev tenê rê ye ku em agahdariyê jê bistînin. Kayserî pir dûr e. Em tenê salê sê caran dikarin ji bo serdanên vekirî biçin. Ji bo ku em biçin wir û vegerin, divê em sê wesayîtan biguherînin. Ne tenê em; malbatên din jî cefayê dikişînin ji ber ku serdan ji bo wan jî dijwar in. Zarokên me li hundur îşkenceyê dibînin û em li derve îşkenceyê dibînin. Wan cezayek dane zarokên me; bi kêmanî bila wan nêzîktir bikin da ku em wan bibînin. Bi vî rengî ew li me û zarokên me zilmê dikin."
 
'Zimanê Kurdî Qedexe ye'
 
Emîne Al, diyar kir ku ew nêzîkî şeş mehan e ji ber dûrbûnê û rêya dirêj nikare serdana keça xwe Gulistan bike û got, "Keça min her ji 15 rojan carekê telefon dike û cara dawî ku wê telefon kir, got ku axaftina bi Kurdî li Girtîgeha  Bunyan a Kayseriy hatiye qedexekirin. Li girtîgehan têra xwe îşkence û neheqî heye û niha ew bi vê yekê mirovan ji rê derdixin. Em, wekî malbat, êdî vê yekê qebûl nakin; divê neheqiyên li zarokên me têne kirin bi dawî bibin. Divê ev binpêkirin  pêşî li hemberî rêberê me Abdullah Öcalan bi dawî bibin, da ku binpêkirinên li dijî zarokên me jî bi dawî bibin. Ger ew aştiyê dixwazin, bila ji girtîgehan dest pê bikin. Ez ji Wezîrê Dadê daxwaz dikim ku dengê malbatên girtiyan bibihîze, dev ji xapandina me berde. Bila dev ji polîtîkaya tecrîdê ya ku li girtîgehan tê meşandin berdin."