Li Peyasê Xebatên 8'ê Adarê
- 09:12 27 Sibat 2026
- Rojane
AMED -Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de, xebatên xwe bê navber berdewam dike. Bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin”, şaredariyê bi rêya serdanên malan û çalakiyên hevgirtinê yên li qadan jin anîn cem hev.
Serdanên Hevgirtinê yên li Taxa Fıratê
Li taxa Fıratê ya Peyasê, yekîneya jinan derî bi derî geriyan û bi jinan re hevpeyvînên rûbirû pêk anîn. Di dema serdanan de, girîngiya dîrokî ya 8'ê Adarê û destkeftiyên têkoşîna jinan hatin tekezkirin. Bangek jî ji bo hevgirtinê hate kirin da ku mafên heyî biparêzin û hîn bêtir xurt bikin. Di heman demê de, daxwaz û pêşniyarêb niştecihên taxê hatin guhdarîkirin û tomarkirin.
Agahî û Hevgirtina li Bazara Taxê
Xebata li bazara taxê ya taxa Kuça standa agahdariyê hate vekirin. Di standa ku li qada bazarê ji bo jinan hatibû vekirin, agahiyên pêwîst pê re hate dayîn; bilindkirina hişmendiya dîrokî û girîngiya 8ê Adarê ji bo jinên cîhanî û mîrateya têkoşînê hatin ravekirin. Biroşûrên agahdariyê yên li ser mafên zagonî yên jinan, rêyên lêgerîna dadmendiyê û mekanîzmayên piştgiriya rêveberên herêmî hatin belavkirin. Proje, kurs û xizmetên ku ji aliyê Şaredariyê ve bi taybetî ji bo jinan tên pêşkêşkirin, bi hûrgilî hatin parvekirin.
Xebatên xwe bi van gotinan rave kirin:
“Em ê bi berfirehkirina têkoşîna jinan tax bi tax, kolan bi kolan, bi hev re civakeke demokratîk ava bikin.”
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ên Şaredariya Peyasê ragihand ku ew ê heta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, li tax û deverên cuda yên navçeyê civîn, serdan û çalakiyên hişyarkirinê yên bi heman rengî li dar bixin û xebatên xwe bidomînin. Di vê çarçoveyê de, hewldanên ji bo guhdarîkirina dengê jinan, xurtkirina torên hevgirtinê û berfirehkirina têkoşîna ji bo wekheviyê bê navber berdewam dikin.







