TJA’yê ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê şandin
- 17:13 26 Sibat 2026
- Rojane
ÊLIH – TJA’yê di çarçoveya 8’ê Adarê de li Êlihê ji girtiyên de kart şandin.
Bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cihayê yên Tevgera Jinên Azad (TJA) berdewam dikin. TJA’yê ji postaxaneya PTT’ê ya Mezin a Êlihê ji 53 jinên girtî yên di girtîdeyên cuda de tên girtin de kart şandin.
Beriya kart şandinê li ber PTT’ê li ser navê TJA’yê Dîcle Erdem axaftinekê kurt kir û silav ji hemû jinên girtî re şand. Dîcle Erdem destnîşan kir ku bi minasebeta rojê ji 53 jinên berxwedêr re kartan dişinin.
Piştî axaftinê kart hatin şandin.







