Ji bo Meşa Şevê ya Femînîst bang
- 12:28 24 Sibat 2026
- Rojane
STENBOL – Koordînasyona Meşa Şeva Femînîst a 8'ê Adarê bangek ji bo Meşa Şeva Femînîst a îsal weşand.
Koordînasyona Meşa Şeva Femînîst a 8'ê Adarê bang li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal kir. Daxuyanî jin û kesên LGBTQ+ vedixwîne ku êvara 8'ê Adarê saet di 7:30'ê êvarê de bicivin.
Daxuyanî wiha ye:
"Em ê bi têkoşîna xwe ya femînîst û hevgirtina xwe vê pergalê biguherînin. Cîhanek ku jiyan ji bo me jî tê de hebe, cîhanek wekhevî û azadiyê, mimkun e. Em di her gavê de li dijî baviksalarî bi hev re ne; bi serhildana xwe, bi coşa xwe, bi hêrsa xwe, bi kêfxweşiya xwe. Em ê li Meşa Şeva Femînîst a 8'ê Adarê saet a di 7:30'ê êvarê de bin."
Îsal cara 24'emîn a çalakiyê ye. Jin û kesên LGBTQ+ dê li Taksîmê bicivin.







