TJA'yê bi meşeke mezin starta 8'ê Aarê da

  • 13:57 24 Sibat 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA'yê li Şirnexê bi meşek bi coş û kelecan bi dirûşma "Em bi berxwedanê xwe azad bikin, civakek demokratîk ava bikin" starta çalakiyên 8'ê Adarê  da.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnexê bi meşeke girseyî starta çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê ku wê li Şirnexê li dar bixe da.  Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Botanê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi sedan jin beşdar bûn. Berî çalakiyê, jinan li ber stranên Kurdî govend gerand û stranên gelêrî yên herêma Botanê gotin. Pankartek bi nivîsa "Jin jiyan azadî" hate daliqandin. Jinan dowîzên ku li ser wan , "Jin pêşengên aştîyek bi rûmetin" ,"Jin baxçeyê veşartî yê azadiyê ne" û "Em jin in, em jiyan in, em azadî ne" hilgirtin. Piştî ku demek dirêj li qadê govendên gelêrî yên Kurdî hatin gerandin, jin bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" ber bi pêşiya avahiya Rêxistina Bajêr a Şirnexê ya DEM Partiyê meşiyan. Di dema meşê de, jinan gelek caran dirûşim berz kirin.  Meşa bi coş li ber avahiya Rêxistina Bajêr a Şirnexê ya DEM Partiyê bi dawî bû.
 
Hevseroka Navçeya Navendî ya Şirnexê ya DEM Partiyê Esma Erener û Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Pinar Akil di daxuyaniya çapemeniyê de axivîn û 8'ê Adarê li jinan pîroz kirin û diyar kirin ku ew ê têkoşîna jinan berfireh bikin. Çalakvana TJA'yê Nafiye Geçgel, hêviya xwe anî ziman ku 8'ê Adarê bibe sedema azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê her roj, ne tenê rojek, Roja Jinan be."
 
'Em ji bo Rêberê Gelê Kurd azadiyê dixwazin'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan behsa dîroka Roja Jinên Cîhanê ya 8'ê Adarê kir û got, "Bi salan e jinan ev keda xwe veguherandiye xeta parastinê li dijî tundiyê. Tevgera jinên Kurd 8'ê Adarê veguherandiye Roja Jinên Kurd.  Tevgera jinên Kurd di her warî de bedelên mezin daye. Îro gelek girtiyên siyasî yên jin di girtîgehê de ne. Em wan silav dikin. Jinên Botanê heta niha bedelên mezin dane. Di 8'ê Adarê de, em ji Şirnexê silavan ji zindanan re dişînin û roja wan pîroz dikin. Bi rojan e li Kurdistanê pîrozbahiyên 8'ê Adarê tên lidarxistin. Jinên Kurd ji bo azadiya xwe têkoşînê didin. Em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin ku bi paradîgmaya xwe 50 sal in hevalê jinan e û rê li ber wan vekiriye. Azadiya jinan azadiya civakê ye."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.