Binçavkirinên ESP’iyan hate protestokirin

  • 15:35 4 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Serdegirtinên malan û binçavkirinên ESP’iyan li gelek bajaran bi daxuyaniyê hatin protestokirin.
 
Di serdegirtinên li ser Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) DÎSK/LÎMTER-ÎŞ, ETHA’yê, Polen Ekolojî û BEKSAV’ê de gelek kes hatin binçavkirin. Li gelek bajaran binçavkirin bi daxuyaniyê hatin protestokirin.
  
Dêrsim
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkildarî binçavkirinên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMTER-ÎŞ, Polen Ekolojî, BEKSAV û nûçegîhanên ETHA’yê li Kolana Hunerê daxuyanî hate dayîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama ESP’ê Nûray Kaya ve hate xwendin. Nuray Kayayê diyar kir ku bi van serdegirtinan polîtîkayên sepandinê li dijî sosyalîstan pêk tên û ev tişt got: “Divê bê zanîn ku, ev senaryoyên qirêj d3e ne sosyalist ne jî şoreşgeran karibe bêdeng bike. Ev bihiqûqî dê her bê encam bimîne.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bimire faşizm” ve bi dawî bû.
 
Şirnex
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê li dijî binçavkirina binçavkirina Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî û 93 sosyalîstan li Qada Cumhuriyetê ya Şirnexê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dowîzên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelan” hatin hilgirtin û metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Uysal ve hate xwendin. Piştî daxuyaniyê Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî û diyar kir ku ji bert ev li çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava bûne bi sedan kes bi tundiyê hatin binçavkirin û wiha axivî: “Kesên li dijî êrişan li kolanan bûn, nûçe amade kirin û siyasetmedarê ku şîrove kirin hatin binçavkirin. Ev operasyon li dijî dostên Kurdan hatiye kirin. Divê tavilê yên hatine binçavkirin bên berdan.”
Daxuyanî bi çepikan ve bi dawî bû.