Di meha borî de jinek hate qetilkirin, 4 jin bi guman mirin
- 11:39 4 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji serê salê ve li Başûrê Kurdistanê jinek hate qetilkirin û 4 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane, her wiha du jin jî birîndar bûne.
Li Başûrê Kurdistanê tundî û qetilên li dijî jinan berdewamin. Ji ber zihniyeta mêrsalar, kevneperest û veşartin û girtina dozên qetilkirina jinan ji aliyê rayedaran ve, her wiha bêxemiya hikûmetê buyerên tundî û qetlên beramberî jinan zêdde dibin.
Ji destpêka salê ve, li Başûr jinek hatiye qetilkirin, 4 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û 2 jin jî birîndar bûne.
Li gorî amarên ajansa me Rojnews’ê buyerên di meha borî de hatî qeydkirin wihane;
Di 1’ê Çileya îsal de li bajarokê Kelar a navenda îdareya Germiyan, 2 xwişk di mala xwe de ji ber gazê yek jiyana xwe ji dest da û ya din jî birîndar bû.
Roja 3’yê Çileyê li parêzgeha Silêmaniyê jinek di encama buyerek bi guman de ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da.
4’ê Çileyê li parêzgeha Kerkûkê cenazeyê jinekê di nav bendava Xase hate dîtin ku bi betaniyekê hatibû pêçan û blokek bi cenazeve hatibû girêdan ku bin av bibe.
Roja 6’ê Çileyê li bajarokê Quştepe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê jinek Ereb bi şêweyek guman jiyana xwe ji dest da.
Her wiha 7’ê Çileyê li parêzgeha Dihokê keçek 14 salî bi navê Înas Îsa piştî gefên rêveberê dibistana xwe di encama şewatek guman de jiyana xwe ji dest da.
Di 24’ê Çileyê de li parêzgeha Kerkûkê jinek bi navê ‘H-Y’ (38) û xwediya 3 zarokan, ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrişa bi tîzabê hat û bi awayekî giran birîndar bû.
Li gorî bîlançoyan, di sala borî de li Başûrê Kurdistanê 51 jin hatin qetilkirin yan jî bi şêweyek guman jiyana xwe ji dest dan.







