Li Rapperswilê ji bo piştevaniya Rojava meş
- 23:51 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li bajarê Rapperswil ê Swîsreyê dijîn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û xwestin peymana di navbera Şam û Rêveberiya Xweser a Rojava de were pêkanîn.
Kurdistaniyên li Kantona Zurihê jiyan dikin, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava û tavile pêkanîna peymana di navbera Şam û Rêveberiya Xweser a Rojava de, li apperswil Fischmarktplatzê li hev kom bûn.
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Eşref Mamedoglu di çalakiyê de axivî û wiha got:“Gelê me ji 6’ê Çileyê ve li ser piyan e. Li Rojava berxwedanek heye û em wekî kesên li diasporayê jiyan dikin, xwedî li berxwedana wan derdikevin. Heta ku xalên pêymanê bikevin meriyetê, ew ê li qadan bin.”
Daxuyaniya bi Almanî, ji aliyê Çagdaş Azad ve hate xwendin. Beşdaran piştî axaftinan bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” heta Engelplatzê meşiyan. Girseyê ku demeke li vir dirûşme berz kir, destnîşan kir ku çalakiyên wan wê dewam bike.







