Li Elmanyayê meşa bi heybet a ji bo Rojava
- 13:29 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Kurdistanî û dostên wan ên li Hannoverê ji bo şermezarkirina êrişên çeteyan ên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê meşiyan.
Kurdistaniyên li bajarê Hannover ê Elmanyayê û dostên wan, li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê yên li ser Rojava careke din li hev kom bûn.
Di meşê de ku ji Opernplatzê destpê kir, bi pankartan şervan û gelê Rojava hate silavkirin. Her wiha flamayên YPG û YPJ'ê û alên Kurdistanê hatin hildan. Meşê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê destpê kir. Di çalakiyê de tim û tim dirûşma 'Şehîd namirin' hate qîrîn.
Kuridstanî li gel dostên xwe bi qasî 6 kîlometreyan meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Yek e Yek e Yek e Gelê Kurd Yek e” “Bijî Yekitiya Gelê Kurd” û “Bakur Başûr Roja Rojhilat Kurdistan yek welat” hatin qîrîn û berxwedana li Rojava hate silavkirin.







