Li Kobanê ya dagirkirî li gel sermayê talanê jî dest pê kir
- 12:44 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Malên gundiyên Kurd ên ji warê xwe bûne ji aliyê çeteyên Şam, Enqere û DAÎŞ'ê ve têne valakirin, panelên rojê, alavên li dikanan, qebloyên elektrîkê, sarinc, depoyên mazotê bi wesayit û qemyonan têne dizîn û talankirin.
Li gorî nûçeya ku ANF'ê derbas kir, şêniyekî ji gundekî bejahî yê Kobanê dîmenek weşand û ragihand ku çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê malên li gundên Kurdan talan dikin.
Şêniyê ji Kobanê ku nexwest navê xwe bibêje, anî ziman ku li nava mercên dorpêçkirinê ew ji bo jiyanê têdikoşin û got, "Dixwazim qala bûyerên li vê derê bikim ku bi serê me ve tên. Dixwazim cîhan tev bibîne û bibihîze ku Kurd li vir çi dikişîne. Em yek li gundên bejahî yên Kobanê ne. Piştî dorpêçê nan, av, elektrîk, mazot nayê peydakirin. Em di nava meha Çileyê de ne, rojên herî sar ên zivistanê ye. Beşeke mezin a gel neçar ma koç bike."
Şêniyê Kobanê ragihand ku piştî gund hate valakirin çete ketin nava gundan û got, "Leşkerên ser bi artêşa dewleta Sûriyeyê ketin nava gundên ku hêzên QSD û gel lê nîne û dest bi talankirina malan kirin. Panelên me yên rojê, qebloyên me yên elektrîkê, sarincên me birin. Qemyonan tînin gundên li derdora rêya bejahî ya M4 û alavan li wan bar dikin. Li xizmên xwe yên li Girê Spî, Eyn Îsa û Reqayê digerin û bi wesayitan alavan dibin. Alavên şêniyan talan dikin."







