‘Jinan li dijî hovîtiyê xwe bi rêxistin kir’

  • 09:03 1 Sibat 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENEQERE - Aktîvîsta Başûrê Kurdistanê Beyan Alî da zanîn ku di vê pêvajoyê de jinan li dijî hovîtiyê xwe rêxistinkirine û got: “Ji bo gelê xwe divê em bibin yek. Em dibêjin yek welat. Em ji aliyê dewletan ve hatine parvekirin. Tu fêdeya van dewletan ji Kurdan re tuneye.”
 
Li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê yên li ser Rojava, li her derê cîhanê çalakî pêk tên. Li her çar parçeyê Kurdistanê gel bi rojane li ser piyan e û ji bo parastina destkeftiyên li Rojava berxwe didin.
 
Aktîvîsta Mafê Jinan a Başûrê Kurdistanê Beyan Alî der barê êrîşan de axivî û balkişand ser yekitiya neteweyî ya Kurd.
 
‘Êrîşek li dijî destkeftiyên jinan e'
 
Beyan Alî got êrîşa li dijî Rojava li dijî tevgera jinan, mirovahî, demokrasî, jîneolojî û gelê Kurd e û got: “HTŞ, çeteyên DAIŞ’ê tên rewakirin. Girtiyên DAIŞ’ê tên berdan. Em van bi dijminahiya gelan nas dikin. Bi çavsorî êrîşê sivîlan dikin. Paqijiya etnîkî dikin. Hovîtiyek mezin dikin. Destkeftiyên kurdan hedef digirin. Li seranserê cîhanê jin li dijî vê rejîmê di piştevaniyê de ne. Ev êrîş ne tenê li ser Rojava di esasê de hemû destkeftiyên herêmê hedef digirin.”
 
‘Berxwedan ji bo hebûna gelê Kurd e’
 
Beyan Alî daxuyakirin ku berxwedana li dijî êrîşan ji bo hebûna gelê Kurd e û ev tişt got: “Kobanê di bin dagirkirinê de ye û krîzek mirovahî tê jiyîn. Ev êrîş di esasê de l ihember hemû gelê Kurde.  Ev ne tenê herêmê bandor li hemû cîhanê dike. Ji bo têkoşîna tê dayîn ne tenê ji bo Rojava ji bo hebûna neteweya Kurde. Bêdengiya rayagiştî ya navneteweyî dikare bi karasetek mezin encam bibe. Dagirkirin didome, bêdengî heye.  Girtiyên DAIŞ’ê hatin berdan. Tiştên van terorîstan kiriye me hemûyan dîtiye. Bi Colanî re dît ku ev êrîş tên rewakirin.”
 
‘Tevgera rizgariya jinê bi hemû cîhanê didin nasîn’
 
Beyan Alî destnîşan kir ku jin li dijî vê hovîtiya tê meşandin xwe rêxistin dikin û wiha bi lêv kir: “Jin di çapemeniya civakî de bûn yek û ketin tevgerê. Me dît ku hûnandina kezî pir zêde ye. Mirovan ev di çapemeniya civakî de parve kirin û bertek nîşanê dîmenên di çapemeniya civakî de dan. Gelek kes parvekirinan dikin û bertek nîşan didin. Çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ tevgera rizgariya jinê dide nasîn. Balê dikşînin ser vê mijarê. Divê jin azadd bin ku civak jî azad be û hemû mirovahî azad bin.”
 
‘Gelê Kurd tê gel hev’
 
Beyan Alî wiha dawî lê anî: “Li Başur protesto hîna didomin.Kurd li dijî êrîşan bi hişmendî hatin gel hev. Ji Silêmaniyê heta Duhokê, Hewlêrê protesto didomin. He roj bi hezaran kes dadikevin kolanan. Niha yekitiyek heye. Gelê Kurd hemû mijar dane aliyekî û tên gel hev. Mirov tên gel hev û moral bi rastî bilinde. Ji bo hebûna gel têkoşînek tê dayînê.