Ji Hindistanê ji bo Şoreşa Jinan a Rojava piştgirî
- 10:04 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Akademîsyenên jin, femînîst, nivîskar, rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên ji eyaletên cuda yên Hindistanê, daxuyaniyeke piştgiriyê ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşandin.
Di daxuyaniya ku bi sernavê “Hêviyek di bin dorpêçkirinê de”, bang li parastina Şoreşa Jinê ya Rojava û parastina destkeftiyên demokratîk ên ku jin pêşengî jê re kirine hate kirin.
Ev daxuyanî ji aliyê 221 îmzageran ve hate piştgirîkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku modela wekhevî û demokrasiyê ya li Rojava bi pêşengiya jinan hatiye pêşxistin, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên herêm û cîhanê jî çavkaniyeke dîrokî ya îlhamê ye. Hate gotin ku êrîşên li ser Rojava rasterast destkeftiyên jin û şoreşa jinê hedef digirin û hate daxwazkirin ku ev êrîş bi lez bêne rawestandin.
Di nav îmzageran de gelek navên naskirî yên qadên huner, akademî, medya, mafên mirovan û siyasetê cih digirin. Di nav wan de rexnegiriya hunerê Geeta Kapur, wênekêş Nilima Sheikh, akademîsyenê fêmînîst Mary E. John, nivîskar û çalakvana fêmînîst a navdar a Amerîkayê Eve Ensler, danser û çalakvan Mallika Sarabhai, derhênerê belgefîlm Anand Patwardhan, akademîsyen Uma Chakravarty, rojnamevan Pamela Philipose û John Dayal, parlamenterê berê Jawahar Sircar, nivîskar Ram Puniyani û parêzvanê mafên mirovan Shabnam Hashmi hene.
Îmzager ji jinên xebatkarên huner û medyayê, fêmînîstan, saziyên jin, çalakvan, xebatkarên civakî, akademîsyen, hiqûqnas û kesayetiyên siyasî yên niha an berê pêk tên. Komên herî mezin jî çalakvanên serbixwe û kesên ku li qadên mafên mirovan, aştiya civakî û edaleta civakî dixebitin pêk tînin.
'Aştiya mayînde bi parastina destkeftiyên jinan gengaz e'
Her çiqas daxuyanî di dema şer de hatiye amadekirin jî, piştî pêşketinên dawî yên di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyê û hêzên Kurd de, rawestandina pevçûnan wek gaveke erênî pîroz dike. Lê îmzager destnîşan dikin ku aştiyeke mayînde û edalet tenê bi mîsogerkirina destkeftiyên siyasî, hiqûqî û civakî yên gelê Kurd û jinan pêkan e.
Hate gotin ku piştî banga piştgiriyê ya 30’ê Çileyê li hemberî şerê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşketinên nû momenteke siyasî ya nû ava kirine. Jinên Hindistanî bal kişandin ku divê ev pêvajo ber bi aştiyeke mayînde, edalet û demokratîk ve biçe. Di vê çarçoveyê de, daxwazên şênber ên jin û gelê Kurd li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê jinên Hindistanê ve jî hatine qebûlkirin û gihandine raya giştî.
Daxwazên ku jinan qebûl kirine ev in:
*Mafên ku ji bo gelê Kurd û hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn di destûra bingehîn de mîsogerkirî bên naskirin,
*Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî bên naskirin,
*Destkeftiyên siyasî, hiqûqî û civakî yên ku jin di pêvajoya şoreşê de bi dest xistine bên parastin û mîsogerkirin,
* Ji bo gelên ji ber şer koçber bûne, bi taybetî li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî, vegerandina ewle, bi dilxwazî û bi rûmet bên misoger kirin."
Daxuyanî bi dirûşmeya gerdûnî ya jinên Kurd "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
Di nav îmzageran de nêzî 40 akademîsyen, siyasetmedar û çalakvanên mêr jî cih digirin.







