ROJEVA 1'Ê SIBATA 2026'AN
- 09:00 1 Sibat 2026
- Rojev
*Parêzer Rozîv Kino anî ziman ku hikumeta Şamê pir rengiyê qebul nake û got, "Vê hikûmetê despêkê êrîşî pêkhateyên Elewî û Durzî kir, niha jî gelê Kurd di qirkirinê re derbas dike. Divê Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî sûcên şer ên vê hikûmetê bikevin tevgerê, van sûcan tespît bikin û lêpirsînek li dijî vê hikûmeta veguhêz bê destpêkirin." DÎMEN HEYE
*Aktîvîsta Başurê Kurdistanê Beyan Alî da zanîn ku di vê pêvajoyê de jinan li dijî hovîtiyê xwe rêxistinkirine û got: “Ji bo gelê xwe divê em bibin yek. Em dibêjin yek welat. Em ji aliyê dewletan ve hatine parvekirin. Tu fêdeya van dewletan ji Kurdan re tuneye.” DÎMEN HEYE
*Ji Karavana Gel Frîederîke Schneîder û Dapne Bauer da zanîn ku têkoşîna azadiya jinan a li Rojava serdestiya mêr ditirsîne û got: “Qetilkirina jinan divê bandorê li hemû jinan bike. Li dijî serdestiya mêr yekitiya jinan şert e.” DÎMEN HEYE
*Yildiz Çetîn ya TJA’yî der barê êrîşên li ser Rojava axivî û got: “Kobanê bi rojane di dorpêçê de ye. Şer, mirin û rondik tiştekî nade qezenckirin. Jinên Kurd dîrok nivîsîn û porê me sembola me ye. Hûn bi birîna wî porî nikarin jinan tune bikin.” DÎMEN HEYE
*Rêvebera MEÇHAD’ê psîkolog Arya Yîgît der barê zarokên di êrîşên li ser Rojava de jiyana xwe ji dest dane axivî û got: “Mafê gelekî yê ku qedera xwe bi xwe tayîn bike ji dest tên girtin û bedela vê jî zarok didin. Li dijî mirinê bêdengî hevkariya sûc e.” BI DÎMEN
*Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê helwesta Tirkiyeyê ya di êrîşên li hember Rojava de rexne kir û wiha got: “Îro li Tirkiyeyê pêvajoyekê dest pêkiriye û bi Serokatiyê re hevdîtin hatin kirin. Gotin em ê aştiyê bînin. Lê mixabin li aliyekî gotinên aştiyê li aliyê din jî Rojava bombebaran kirin. Pêvajo sabote kirin.” BI DÎMEN
*Siyasetmedara Fransî Genevîeve Garrîgos da zanîn ku êrîşên li hember Rojava li hember azadiya jinê û jiyana demokratîke û wiha got: “Şervanên jin yên Kurd hedef digirin. Em ê tevgera 'Jin jiyan azadî’ ya tevgera azadiya jina ye wê belav bikin. Em ji Fransayê dixwazin ku Rojava xwe xweser nas bike.” BI DÎMEN







