Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

  • 18:34 25 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li navçeya Koye bi meşekê û hûnandina keziyan û çêkirina bazinên keskesor piştgirî da berxwedana Rojava.
 
Bi sedan jin ji Parka Xuşka Firîte heta Qişle ya Koyê ji bo piştevaniya bi berxwedana Rojava re meşiyan.
 
Di meşê de Şine Enwer axivî û got: “Divê em gelê Kurd li her cihê lê xwedî helwest bin. Me xwest peyamek bidin dijminên Kurdan kezî rûmet û jiyana Kurdane.”
 
Seroka Saziya Oskar ya Têkiliya Kêrhatiyên Jinan Rûnak Selah jî axivî û got: “Me di çalakiya xwe de bi keskesoran kezî hûnand û pêşkêşî jinên Rojava dikin. Me xwest bidin nîşandan ku êş û xemên me yeke. Em li pişt xwişkên xwe ne.”