Êrîşên li ser Rojava li Mêrsînê hatin şermezarkirin

  • 17:09 24 Çile 2026
  • Rojane
MÊRSÎN - Li Mêrsînê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, li dijî êrîşên li ser Rojava meşeke girseyî li dar xistin û daxuyanî dan.
 
Li Mêrsînê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, li dijî êrîşên li ser Rojava meşeke girseyî li dar xistin û daxuyanî dan. Li Parka Ozgur Çocuk li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hat lidar xistin. Pankartên bi nivîsa "Em ê rê nedin komkujiyên li Rojava" û “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye” hatin hildan û dirûşmeyên piştgiriya berxwedana Rojava hatin berzkirin.
 
Serokê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) yê Mersînê Ahmet Paket, di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku komên cîhadîst ji aliyê hêzên emperyalîst ve têne destekirin û bang li Tirkiyeyê kir ku destwerdana xwe ya li Sûriyeyê rawestîne.
 
Hevberdevkê Partiya Çepgir a Kesk (YSP) yê Mêrsînê Metîn Sut, destnîşan kir ku gelê Kurd li Sûriyeyê misogeriya jiyana hevpar in û got ku destketiyên wan rewa ne.
 
Piştî daxuyaniyê, girse ber bi avahiya navenda DEM Partiyê ya bajêr ve meşiya û di meşê de bê navber dirûşmeyên ku destek didin berxwedana Rojava hatin berzkirin.