Qetilkirina Dîlan K. hat şermezarkirin

  • 13:05 11 Mijdar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -TJK-E, KJAR, Kongra Star, DAKB û SMJE’yê têkildarî qetilkirina Dîlan K. daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Em qetilkirina jinan şermezar dikin."
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Tevgera Jinan a Konfederal a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Kongra Star), Yekîtiya Jinên Demokratîk  (DAKB) û Meclîsa Jinên Êzidî (SMJE) têkildarî qetilkirina Dîlan K. daxuyaniyeke hevpar dan.
 
Daxuyaniya saziyên jinan wiha ye:
 
"Pergalên mêr-dewletê ku kastîk katil, newekheviya zayendî ya civakî, neteweperestî, bêtehemuliya li hemberî xweza û zindiyan derketiye astên herî bilind ji berê heya niha hewl dide ku hebûna xwe bi qetilkirina jinan bidomîne. Em her roj nûçeyên têkildarî qetilkirina jinan ên rûpela sêyemîn li ser medyaya dijîtal dibînin. Li welatên Ewropayê jî di nav de ku qaşo bi yasayên xwe yên demokratîk pesnê xwe didin, li hemberî mafên jiyanê yên jiyanê derdoreke bi ewle nayê dabînkirin.
 
Qetilkirina hevala me Dîlan K. ya ji aliyê hevjînê wê be, berterefnekirina tundiya li ser jinan û kêmasiya polîtîkayên têkoşînê yên rayedaran  (pergala ewlehiyê, malbat, zarok, rayedarên polîtîkayên civakî jî di nav de) nîşan didin. Bes li Elmanyayê ku yek ji welatê alîgirê Peymana Stenbolê ye di nava salekê de 254 jin hatine qetilkirin.
 
Rejîma Îranê, li Efxanistina nenaskirina tu mafên jinan a ji aliyê Talîbanê ve, li Efrîqayê sinetkirina jinan, li Hindistan, Yemen û gelek welatên din cezanekirina destdirêjiya li ser jinan, li Tirkiyeyê îstîsmarkirina mafên jinan, bikaranîna jinan weke hêza karî ya erzan, veşartina qezayên karî û zêdebûna kuştina jinan ev yek nîşan didin ku hemû qetilkirinên jinan polîtîkayeke dewletê ye.
 
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên têkildarî qetilkirina jinan; li seranserê cîhanê her 5 deqeyan carekê jinek ji aliyê hevjîn, bav, bira yan jî xweşdiviyê xwe ve tê qetilkirin. Kêmbûn û bêkêriya yasayên heyî, nêzîkatiyên cihêkar û nestandina tedbîrên hewce rê li ber zêdetirbûna van komkujiyan vedikin.
 
Dixwazin jinan ji qadên civakî û siyasî dûr bixin
 
Li gel hewldana afirandina feraseta ku qaşo ji bo jinan malên wan bi ewle, tê xwestin ku jinan ji qadên civakî, siyasî û aborî dûr bixin û di nava civakê de wan tune bihesibînin. Ji jinên ku li malê tên hepskirin re li gel ferzkirina çarenûsê dixwazin pêşiya serhildanê bigirin.
 
Jixwe li gel polîtîkayên yasayî û hiqûqî, weke vekişîna Tirkiyeyê ya ji Paymana Stenbolê, li gel biryarên ku ji aliyê rayedarên pergalê ve hatine standin ji bo ku mafên wan ji holê hatine rakirin hewl tê dayîn ku jin bi tenê û bêparastin werin hiştin.
 
Weke tevgerên jinan ên Ewropayê em careke din diyar dikin: Em weke jinên ku li hemberî avaniyên zîhniyeta serweriya mêran û her cure paşverûtiya mêran têdikoşin û xwe bi armanca ku divê jinek jî bêrêxistin nemîne, xwe birêxistin dikin, dizanin ku têkoşîna me ya hevpar û birêxistinkirî ji hemû gavan girîngtir e.
 
Ji jinên serhildêr û birêxistinkirî tirya ne
 
Yekîtiya aqilê mêran, li hemberî berxwedana jinan bi bikaranîna hemû rê û rêbazan bi awayekî bêperwa êrîş dike Deshilatdariyên mêran, hemû deman gelekî ji jinên serhildêr û birêxistinkirî tirsiyane. Ji ber ku jin li gel têkoşîna ku didin meşandin roj bi roj zêdetir polîtîkayên qirkirinê deşîfre dikin û li hemberî vê yekê têkoşînê mezin dikin. Roja îroyîn li gel têkoşîna azadiya jinan a li seranserê cîhanê mezin dibe, xwe zêdetir nîşan didin. Jin, li dijî tundî, zext, destdirêjî û komkujiyan di nava hişyarbûneke mezin de ne. Li hemberî vê pergala dijminahiya jinan dike hêza herî mezin, hêza jinan a birêxistinkirî ye. Ji xwişkên Mirabel heya Sakîne Cansiz û Rosa Luxemburgan divê em xwedî li hêz û mîrateya ku têkoşîna jinan daye me derkevin, hêza xwe nîşan bidin û bi çalakiyan têkoşînê û bi têkoşînê jî azad bibin û nirxên civakî û demokratîk ji nû ve biafirînin.
 
Girêdayî vê yekê em jin, bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî careke din qetilkirina jinan şermezar dikin û diyar dikin ku em ê li dijî vê yekê her cure mafên xwe yên rewa ên têkoşînê li hemû qadan bi kar bînin û xwe biparêzin.’’
 
Roja pêncşemê tê definkirin
 
Ji bo Dîlan K.’ya ku hatiye qetilkirin wê 13’ê Mijdarê di saet 10.00’an de li Cemxaneya Mannheimê (İnnstrasse. 24/68199 Mannheim) merasîm were lidarxistin. Di saet 13.00’an de jî wê li goristana li Maudachê (Alte Weinstrabe 11/ 67067 Ludwigshafen) were veşartin.
 
-