Kolanên Wanê: Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan
- 09:04 10 Mijdar 2025
- Rojane
Oznur Deger - Buşra Turan
WAN - Jinan der barê daxwaza aştiyê de nirxandin kirin û got aştî di azadiya jinan de veşartiye û got di serî de Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî divê bên berdan û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn.
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û civaka demokratîk’ ku di 27’ê Sibatê de kiribû 8 meh li pey xwe hişt. Di vê pêvajoyê de rayagiştî ya Rojhilata Navîn û cîhanê ji demên dîrokî re şahidî kir û di alî zemîna qanûnî de tê payîn ku hikûmet gavê bavêje.
Jinên Wanê der barê aştiyê de û gavên divê bên avêtin de axivîn. Daxwaza hevpar a jinan aştî bû û diyar kirin ku aştî di azadiya jinan de veşartiye û divê di serî de Abdullah Ocalan û hemû girtî bên berdan.
Derya Demîr: Hewcedariya welat bi aştiyê heye. Aştî tunebe tu wateya jiyanê tuneye. Li her derê şer heye. Em di alî aborî de têk çûne. Bila xwîn raweste. Aştî pêk bê em ê hemû rehet bikin. Bila hemû girtî bên berdan.
‘Jin bi saya Abdullah Ocalan azad bûn’
Necla Kaçar: Em aştiyê diwazin. Bila ciwan nemirin. Di zindanan de bi hezaran kes hene. Divê Abdullah Ocalan bê berdan. Divê jin ji bo aştî û azadiyê têbikoşin. Divê em jin jî ji bo aştî û azadiyê têbikoşin.
‘Divê mafê jinan bê nasîn’
Elzem Sevîk: Divê girîngî ji bo jinan bê dayîn. Em nikarin bi awayekî azad derkevin derve. Divê jin li her derê bibin xwedî gotin. Bêyî jinan aştî ne pêkan e. Divê li her qadê maf bê nasîn. Jin serkeftî ne lê maf bê dayîn wê hîn bêtir serkeftî bin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.
‘Divê aştî bi ziman destpê bike’
Berîvan Adiyaman: Aştî divê bi ziman destpê bike . Ji zimanê dayikê dest pê dike. Divê jin pêşengên aştiyê bin. Dema ji bo jinan azadî pêk bê wê ji bo welat û cîhanê jî aştî pêk bê.
‘Em ne şer aştiyê dixwazin’
Nurcan: Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin zarokên me bi rehetî biçin dibistanên xwe. Em ne şer aştiyê dixwazin. Em dixwazin bi hev bawer bin. Em jin azadiyê dixwazin.
Siyaxal: Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Zîlan înan: Divê Kurd û Tirk wek xwişk û bira li hev binêrin. Lê hîna nîjadperestî tê kirin. Em aştiyê wisa nabînin. Divê ev ji holê bê rakirin.
Gelek kes bêyî guneh girtîne. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Zîlan Kartal: Kes nikare welat bi rêve bibe. Divê jin welat bi rêve bibin. Dewlet wekhev tevnagere. Divê em hemû azad bin. Divê em bi zimanê xwe biaxivin. Dema em zimanê xwe diaxivin dibêjin hûn terorîst in.
Emîne Çalişkan: Em gavê hatine avêtin erênî dibînin. Divê êdî aştî pêk bê. Me gelek êş kişandin. Em êdî naxwazin ev êş bên jiyîn.
Zahîde Bahadir: Divê aştiyeke bedew pêk bê. Em aştiyeke ku her kes lê azad dijîn dixwazin. Bila kes nemire. Bila şer bidawîbe.
‘Divê maf bên nasîn’
Mahsîma Eren: Em aştî û azadiyê dixwazin. Bila şer bidawî be û kes nemire. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan, maf bên nasîn.
Nurten Eren: Ez dixwazim ku şer bidawî be û aştî pêk bê. Êdî bes e. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Macîde Varhan: Ji bo aştiyê divê hemû kes têbikoşe. Şer ne çareseriye. Aştî tiştekî xweş e. Divê hemû gel ligel hev û nava aştiyê de bijîn. Bila dayik negirîn. Bila şer bidawî be. Aştî jiyan e.
Fedile Elmas: Em dixwazin li dibistanan bi zimanê xwe biaxivin. Zarokên me diçin dibistanê lê nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Perwerdeya bi Kurdî nagirin. Beriya her tiştî divê girtiyên siyasî bên berdan.







