ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN

  • 09:00 10 Mijdar 2025
  • Rojev
 
*Parêzvana maf Fatîma Îran da zanîn ku tundiya li ser jinan ji ber serdestiya mêr pêk tê û got bi azadiya jinê wê tundî ji holê bê rakirin.
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan a  Navneteweyî nêz dibe û tbaloya tundiya li ser jinan û newekheviyê roj bi roj giran dibe. Daneyên saziyên civaka sivîl û îstatîstîkên saziyên dewletê, tabloya dertê holê nîşan dide. DÎMEN HEYE 
 
*Jinan der barê daxwaza aştiyê de nirxandin kirin û got aştî di azadiya jinan de veşartiye û got di serî de Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî divê bên berdan û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka GABB’ê û hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê kirin Neslîhan Şedal banga xwedîderketinê li pêvajoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir  û got: “Em vê civakê azad bikin. Em aştiyê li her qada civakê nexş bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Muzzeyen Akinci der barê bajarê jinan ku divê çawa bê avakirin de axivî û got: “Her tişt hat cerebandin. Her tişt hat kirin lê berdewamiya wê gelek girîng e.” BI DÎMEN