ROJEVA 7'Ê MIDARA 2025'AN
- 09:00 7 Mijdar 2025
- Rojev
* Pispor psîkolog Ozlem Gulder Altuner da zanîn ku di tiryakbûna hişbirê de rêbaza ewil tedbîre û got: “Divê malbat bi zarokên xwe re têkiliyan deynin, hestên wan xurt bikin û eleqeyê nîşanê wan bidin.” BI DÎMEN
* "Rêxistibûna jinan, yek ji esasa stratejiya Partiya Komunîst a Çînê bû. Dema ‘Şoreşa Çandî’ jî ne tenê paqijiyek îdeolojîk di heman demê de cih girtina jinan a di her qadê de bûye polîtîka dewletê. Jin wek ‘jinên hesinî’ hatine binavkirin; li fabrîqe, erdan, kişlayan wek hîmê têkoşîna şoreş û hilberînê hatine qebûlkirin." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
* Rojnameger Yadîgar Aygun da zanîn ku tundiya li ser jinan pir aliye û çavkaniya tundiya li ser jinê pergala baviksalare. Yadîgar Aygun daxuyakirin ku ji bo tundî bidawî be divê jin xwe rêxistin bikin. BI DÎMEN
*Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê ev şerê 50 sale didome bidawî be û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan. Dayikên Aştiyê wiha vegotin: “Em ne ji bo mirinê, em ji bo aştiyê amade ne. Banga me zelal e: Aştî,aştî, aştî.” BI DÎMEN







