Şaredariya Şemrexê belgeya têkoşîna li dijî tundiyê pejirand

  • 14:43 6 Mijdar 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Di civîna encumena Şaredariya Şemrexê ya Mijdarê de, "Belgeya Helwestê ya li ser Têkoşîna li dijî Şîdeta Li Ser Bingeha Zayendî" bi yekdengî hate qebûlkirin.
 
Civîna encumenê ya Mijdarê ya Şaredariya Şemrexê ya li Mêrdînê li Hola Civînên Meclîsa Şaredariyê pêk hat. Hevşaredar Kudret Uçuk û Hamdin Demir serokatiya civînê kirin. Civîn bi xwendina xalên rojevê dest pê kir û gelek xebatên rêveberiyên herêmî û  projeyên têkildarî navçeyê hatin nîqaşkirin. Piştî nîqaşan, xala rojevê ya "Belgeya Helwestê ya li ser Têkoşîna li dijî Şîdeta Li Ser Bingeha Zayendî" bi yekdengî hate pejirandin.
 
Şaredariya Şemrexê bi vê belgeyê soz da ku hem ji bo karmendan û hem jî ji bo welatiyên ku xizmetan distînin hawîrdorek xebatê ya ji tudiyê dûr, biafirîne.