Berhema xebata kolektîf: Li Sêwregê ZIWAN-KURD vedibe!
- 09:03 6 Mijdar 2025
- Çand û Huner
Gulîstan Gulmuş
RIHA- Hunermend Ezda Karacadag der barê ZIWAN-KURD ku di demek nêz de wê li Sêwregê bê vekirin axivî û balkişand ser girîngiya hebûna saziyên jinan. Ezda Karacadag wiha got: “Em dixwazin ku jin li vir potansiyela xwe derxin holê.”
Komaleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand-Huner û Zimanê Kurdî (ZIWAN-KURD) demeke nêz wê li navçeya Sêwreg a Rihayê bê vekirin. Ev du mehe xebatên ji bo saziyê didomin û koma ku xebatan dimeşînde jî bêyî ku alîkariyê ji tu saziyê bigire xebateke komun dimeşîne. Di saziya ku demeke nêz wê bê vekirin de, tê payîn ku di qadên ziman, çand û huenerê de beş bên vekirin.
Hunermend Ezda Karacadag ku ev du meh e Di ZIWAN-KURD de li dîwaran grafîkên modelên dîroka Kurd û jina Kurd çêdike, ji ajansa me re axivî.
‘Ez di bin bandora jinan de dimînim’
Ezda Karacadag di destpêka axftina xwe de balkişand ser girîngiya dîroka jinan û têkoşîna wan a li dijî zîhniyeta serdest a mêr û got: “Ji destpêka dîrokê heta niha, jinên Kurdli li ser axa xwe teşe didin jiyana xwe. Di civakê de bi ronakbîriya xwe pêşengî kirin. Xwedî hêzek wisa xurt bûn ku li ser çar madeyan derman çêdikirin. Jin evqas xurtbûn ku mixabin bi hezaran salan ji aliyê zîhniyeta qirêj ve tên qetilkirin. Lê her çiqas vê bikin jî negihiştin armanca xwe. Ez jî di bin bandora vê de mam. Min xwest ez reng, sîmg, enerjiya wan di tabloyên xwe de binexşînim. Carna em li gundên Qerecdag, Sêwregê digerin. Em çîrokên jinan ên li wir gudhar dikin. Ez di bandora wan de dimînim. Ji ber behsa mîtolojiyê dikin. Ez li çermê wan dinêrim, her motîfek dîrok, civakê vedibêje.”
‘Du meh e em vê xebatê dimeşînin’
Ezda Karacadag di berdewamiyê de pêşketina fikra ‘ZIWAN-KURD’ jî nirxand û wiha berdewam kir: “Li Sêwregê potansiyelek mezin heye. Pergala kapîtalîst xwe çiqas pêş bixîne jî Rihayî, Sêwregî çanda xwe didomînin, cil û bergên xwe li xwe dikin, deqên wan hene. Ez di bin bandora vê de dimînim. Dema me deqên wan lêkolîn kir, em birin demên pir berê heta me dibe Gobeklî Tepe. Heta niha min bi tena serê xwe ev xebat dimeşand. Piştre em bi gelek hevalan re hatin gel hev û me saziyek ava kir. Li Sêwregê saziya çand, ziman û hunerê tunebû. Ev wê ya ewil be. Ev du meh e em kedek mezin didin. Em xebatên xwe didomînin.”
‘Divê potansiyela jinan di vir de derkeve holê’
Ezda Karacadag di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku sazî ji bo gelê Sêwregê gelek girîng e û wiha dawî lê anî: “Di vê pêvajoyê de eleqeya gel mezin bû. Me ji gel hêz girt. Em kêfxweş bûn. Karê me mereq dikirin. Me jî ji wan re vedigot. Em ê di qada çand û ziman de pêşketinê bikn. Em ê têkiliyê xwe xurt bikin. Armanca vekirina komeleya me ev e. Divê potansiyelta jinan di vir der derkeve holê.”







