Welatiyên barîkat derbas kirin 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin
- 18:48 1 Mijdar 2025
- Rojane
MÊRDÎN – Li Nisêbînê welatiyan li dijî hewldanên astengkirina polîsan barîkat derbas kirin û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meş pêk hat. Bi sedhezaran kes li Parka Bariş hatin gel hev û xwestin berbi deriyê sînor yê Nisêbîn-Qamişlo bimeşin. Lê polîsan barîkat danîn û astengî derxistin. Gel tevî zextan bi dirûşmeyan meşiyan.
Girse sê saetan payî û piştî ku ji muzakereyan encam negirtin derbasî meşê bûn. Girse bi dirûşmeyan meşiyan û gotin ew di çalakiya xwe de bi israrin û gihiştin sînor.
Piştre li ser navê DEKUP’ê metna daxuyaniyê hat xwendin. Hatîce Oncu axivî û da zanîn ku şoreşa Rojava hêviya jin û ciwanane û got wê ji bo mezinkirina şoreşê bi hev re têbikoşin û îradeya aştiyê biparêzin.
Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş jî axivî û da zanîn ku tu kes nikare şoreş agelan bifetisîne.
Piştî daxuyaniyê pîrozbahî seranserê sînor berdewam kir.







