Ji Şaredariya Peyasê bang: Em xwedî li parkan derkevin

  • 10:25 30 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di demên dawî de bankên rûniştinê û qadên bêhnvedanê yên li parkan bi awayekî xerab têne bikaranîn û şewitandin. Her wiha bang li welatiyan kir ku xwedî li parkan û cihên bêhnvedanê derkevin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev bûyerên xerab di demên dawî de zêde bûne. Bi taybetî, li Parka Çinarê ya li tenişta Mizgefta Hz. Elî li Taxa Medyayê, bankên rûniştinê yên li qadên bêhnvedanê di saetên şevê de ji aliyê kesên nenas ve hatine şewitandin û çop li dora wan hatine belavkirin.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo ku welatî qadên şîn bi awayekî ewle û bê pirsgirêk bikar bînin, kedeke mezin tê dayîn. Ji ber van bûyerên şewitandinê, em bang li welatiyan dikin ku xwedî li park û qadên bêhnvedanê derkevin û di bûyerên bi vî rengî de demildest şaredariyê agahdar bikin.”