'Ev pêvajo qonaxeke dîrokî ye'
- 11:20 28 Cotmeh 2025
- Rojane
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk derbarê gava dîrokî ya Tevgera Azadiya Kurd de daxuyaniyek belav kir. Platform nirxandinên xwe yên li ser pêvajoya vekişînê û perspektîfa aştiyê ya serdema nû bi raya giştî re parve kir.
Tevgera Azadiya Kurd di 26'ê Cotmehê de li Qendîlê daxuyaniyek dîrokî da, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a 27'ê Sibatê. Di civîneke çapemeniyê de ku di 26'ê Cotmehê de li Qendîlê hat lidarxistin, tevgerê ragihand ku Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) li gorî biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û bi erêkirina Abdullah Ocalan dest bi vekişînê kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev gava dîrokî "veguhestina ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê" nîşan dide. Platforma Saziyên Demokratîk ku îro li Amedê kom bû, civîneke çapemeniyê li Xana Îskender Paşa ya li navçeya Sûrê li dar xist, li ser van pêşketinan nirxandinan kir.
Tirkiya metna çapemeniyê aktivista Tevgera Jinên Azad (TJA) Hulya Alokmen û kurdiya metna çapemeniyê jî endamê Kongreya Îslama DemokratÎk (DÎK) Mehmet Emin Ay xwend.
Di dewamiya daxuyaniyê de ev tişte hatin gotin:
"Em Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, ku zêdeyî salekê ye berdewam dike, ji bo paşeroja gelên me wekî qonaxek dîrokî dibînin. Ev pêvajo, ji destdayîna hev a sembolîk lê watedar a di vekirina Meclîsê de di 1'ê Cotmeha 2024'an de heta îro, bûye şahidê geşedanên girîng ên ku wê di bîra civakî ya me de şopên kûr bihêlin.
Li gorî bangên Rêzdar Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd îradeya xwe ya ji bo aştî û çareseriyê eşkere ragihand; bi lidarxistina kongreya xwe ya rêxistinî, biryara betalkirinê (fesih) girt û li dû vê biryarê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Ev gav, ne tenê veguherîneke rêxistinî, di heman demê de deriyê serdemeke nû vekir ku tê de siyaseta demokratîk, çareseriya civakî û lihevhatina demokratîk pêş tê.
Hevdîtina Îmraliyê ya di 27'ê Sibatê de hat kirin û li dû wê jî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk", daxuyaniyeke dîrokî bû ku zimanê aşitiyê û zemîna siyaseta demokratîk kûr kir. Gotina Rêzdar Ocalan a ku di vê bangê de anî ziman, "Lihevhatina demokratîk rêbaza bingehîn e", meyla rastirîn a ji bo paşerojê îfade dike.
Gotina Rêzdar Ocalan a ku di daxuyaniya xwe ya bi dîmen (vîdeo) de ya di 9'ê Tîrmehê de anî ziman, "Ez ne bi hêza çekê, lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawer im", ji bo gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê nexşerêya aştiyeke mayînde nîşan dide.
Bê guman yek ji gavên herî krîtîk û pêşketî yên vê pêvajoyê jî biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiya Kurd a ji axa Tirkiyeyê ye ku di demek nêzîk de, ango di 26'ê Cotmeha 2025'an de, hate dayîn. Ev biryar, careke din samîmiyeta pêvajoyê, baweriya bi aşitî û çareseriya demokratîk derxistiye holê. Biryara vekişînê ji bo lezdayîna pêvajoyê û vekirina rêya siyaseta demokratîk û avakirina aştiya civakî xwedî girîngiyeke jiyanî û dîrokî ye.
Niha dor hatiye ku dewlet ji bo bidawîkirina pêvajoya pevçûnê ya 52 salî û di vê qonaxa derbasbûnê de entegrasyona li ser zemîna siyaseta demokratîk gengaz bike, qanûnên hemweletiyên azad, civaka demokratîk û sivîl bîne cih. Gavên dîrokî yên ku hêzên Tevgera Azadiya Kurd heta niha avêtine, ji bo bicihanîna van hemûyan qadeke gelekî hêja vekirine.
Di warê zemîna sazîbûnê ya pêvajoyê de jî gavên girîng hatine avêtin; li Meclîsê bi tevlîbûna hemû partiyan Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hate damezrandin û îradeyeke ku zemîna siyasî ya aştiya civakî xurt dike derxist holê. Lê belê heta niha komîsyona hatî avakirin bi Rêzdar Ocalan re ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, pêşengê avakirina Aştî û Civaka Demokratîk bi perspektîfa çareseriyê pêş xistiye, hevdîtin nekiribe, ji bo gelê Kurd û gelên din nayê qebûlkirin. Li ser vê bingehê; ji bo ku Rêzdar Abdullah Ocalan bi hemû beşên civakê re li ser pêvajoyê nîqaşên saxlem bimeşîne û bi rêziknameyên hiqûqî yên ku dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî bêne derxistin, bigihîje azadiya xwe, hem ji bo me hem jî ji bo ku pêvajo veguhere entegrasyona demokratîk, şertekî pêşîn e.
Di qonaxa îro de eşkere tê dîtin ku, ligel hemû gavên dîrokî yên Tevgera Azadiya Kurd, lingê kêm ê ji bo pêşveçûna pêvajoyê, cihneanîna rêziknameyên hiqûqî û yasayî yên ku dikeve ser milê dewletê ye. Mayindebûna aştiyê, peydakirina entegrasyona demokratîk û xurtkirina baweriya civakî, ne tenê bi gavên yekalî, lê bi gavên dualî dê gengaz be.
Serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê serkeftina gelê Kurd e; wê bibe serkeftina hemû bawerî û nasnameyan, bi kurtasî hemû gelên herêmê. Bi vî awayî, pêvajo wê siberojeke ronî, li ser bingeheke rast a biratiya gelan û jiyana hevpar mayînde bike. Ji bo qonaxa duyemîn û belkî jî qonaxa herî dijwar a pêvajoyê ye ku sazkirina aşitiyê, xurtkirina siyaseta demokratîk û avakirina serdemeke nû ya li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev e, pêwîst e ku dewlet rêziknameyên pêwîst ên hiqûqî, yasayî û îdarî der bixe.
Em Weke Platforma Saziyên Demokratîk, di vê pêvajoyê de her gava ku heta niha hatiye avêtin bi qîmet, bi nirx û girîng dibînin û dubare dikin ku em ê piştgiriya gavên avaker ên ku dê ji niha û şûn ve werin avêtin, bikin. Di vê wateyê de, bikaranîna zimanekî pozîtîf û tevgir ku li gorî ruhê pêvajoyê ye ji aliyê her beşê ve, ji bo ku pêvajoya heyî veguhere muzakere û entegrasyona demokratîk, gelekî girîng e.
Li gorî vê, em bang li hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, bawermendan, hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl, sendîka, odeyên pîşeyî, partiyên siyasî û beşên civakî dikin ku piştgirî bidin vê pêvajoyê û li vê derfeta dîrokî xwedî derkevin."







