Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
- 13:07 24 Cotmeh 2025
- Rojane
MÛŞ - Cenazeyê Gulcan Budak ku di dema qedexeyên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê wê navçeya Kopê hate definkirin. Cendirmeyan nehiştin wecîbeyên olî bên bicihanîn û qeymeqamtiyê jî mala şînê li malbatê qedexe kir.
Gulcan Budak (Gulan), di 11’ê Sibata sala 2016’an di dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gulcan Budak, duh ji goristana bêkesan a li navçeya Sêweregê ya Rihayê hate hilgirtin. Malbatê, cenazeyê keça xwe wergirt û ber bi navçeya Kopê ya Mûşê ve bi rê ket.
Cenaze, anîn gundê Mollakent ê navçeya Kopê û li vir bi girseyî hate pêşwazîkirin. Dema girseyê dixwest wecîbeyên olî li mizgeftê bi cih bîne, cendirmeyan destûr neda. Li ser vê yekê, malbatê cenaze bire malê û wecîbeyên olî li malê bicih anîn. Piştre jî cenazeyê Gulcan Budak li goristana gund hate definkirin. Endamên malbatê, rêveberên DBP, DEM Partî, MEBYA-DER û gelek welatî tev li merasîma definkirina cenazeyê bûn.
Di dema definkirina cenazeyê de têketin û derketina goristanê ji hêla cendirmeyan ve hate girtin. Li ser fermana qeymeqamê navçeyê, destûr nehate dayin ku malbat şîna xwe li mala şînê ya gund deyne. Li ser vê yekê malbatê biryar da ku şîna xwe li malê deyne. Şîna ku îro hate danîn dê sê rojan bidome.







