
Li Mûsûl û Şengalê rêjeya xwekuştinê zêde dibe
- 13:38 22 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên fermî yên Tiba Edlî ya Mûsilê li parêzgeha Mûsilê 84 kesan dawî li jiyana xwe anîn ku 18 ji van Êzidî bûn. Li gorî daneyên Asayîşa Êzidxanê jî16 kesan li Şengalê dawî li jiyana xwe anîne.
Pergala kapîtalîst a timî şer, alozî, hejarî û ne wekheviyê diafirîne, xeteriyeke cidî li ser nifşê ciwan çêdike. Di ciwanan de pirsgirêkên derûnî, depresyon, bê hêvîtî û bê watebûnê pêş dixe. Her wiha peywendiyên civakî û manewiyatê lawaz dixe. Bi taybet bi pêşketina torên dîjîtal ku weke çavkaniyeke sereke ya têkbirina civak, ferd û bi taybet jî ciwanan tê dîtin, êdî jiyanê erzan û bê wate dike.
Her diçe rêjeya xwekuştinê li Iraqê zêdetir dibe. Ev jî ji rewşa timî aloz, şer, tundiyê qut nîne. Hem bûyerên kuştinê hem jî xwekuştinê her diçe di asteke xeter de berbi zêdebûnê ve diçe. Ji her temen û zayendê xwekuştin çêbibe jî, zêdetir di nava ciwan û jinan de rû dide.
Li gorî rapora Tiba Edlî ya Mûsilê, ji serê salê yanî meha Çile heya meha Îlona îsal, 18 kesên ji baweriya Êzidî dawî li jiyana xwe anîne. Lê di raporê de ne hatiye gotin, Êzidiyên ku dawî li jiyana xwe anîne xelkê Şengalê ne, an ji navçeyeke din a Mûsilê ne.
Li gorî agahiyên ku ajansa Rojnewsê ji Lijneya Lêkolînê ya Asayîşa Êzidxanê bidest xistiye jî, di 9 mehên sala 2025’an de li Şengalê 16 ciwan dawî li jiyana xwe anîne ku 10 xortin, 6 jî jinên ciwanin.
Li gorî Amara ku Tiba Edlî ya Mûsilê li gorî 9 mehan daye, bi giştî 84 kes li parêzgeha Mûsilê, dawî li jiyana xwe anîne. 18 ji vana Êzidî ne, 66 kes jî li giştî parêzgeha Mûsilê ne.
Li gorî Tiba Edlî ji 84 kesên xwe li Mûsilê kuştine 40 jin, 44 mêr in. Li gorî heman amarê 8 jinên Êzidî û 10 mêrên Êzidî xwekuştine.
Li gorî agahiyên ku Lijneya Lêkolînê ya Asayîşa Êzidxanê daye ajansa Rojnewsê, temenê kesên dawî li jiyana xwe anîne piranî navbera 17-25 salî de ne. Her wiha di nav de ciwanek 16 salî jî heye.
Di nava kesên xwekuştine de jin û ciwanên zewicî û ne zewicî, dîsa xwendevan, bijîşk, pişedar jî hene.
Di rapora Tiba Edlî ya Mûsilê de hurgûliyên derbarê amara xwekuştinê de nebû. Tenê amara jin û mêr, dîsa Êzidiyan cûda hatiye dayîn.
Têkildarî sedema xwekuştinê jî li gorî lêkolînên Asayîşa Êzidxanê zêdetir bi sedemên pirsgirêkên civakî, pirsgirêkên derûnî, bandorên neyînî yên dîjîtal medya û hwd hene.