Ji bo Şîndar Zîlan şîn hate danîn

  • 20:41 20 Cotmeh 2025
  • Rojane
ERDEXEN - Ji bo gerîlaya YJA Starê Şîndar Zîlan (Zîlan Avşar) a ku hat ragihandin 8 sal berê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, şîn hate danîn.
 
Ji bo gerîlaya YJA Starê Şîndar Zîlan (Zîlan Avşar) a ku ji Erdexanê ye û ji aliyê HPG’ê ve hatibû ragihandin ku di 26’ê Adara 2018’an de jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn. Sersaxiya ku li taxa Ataturk a navenda Erdexanê hate danîn, di serî de ji navçeya Golanê û her wiha ji navçe û gundên derdorê ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin.
 
Tê payîn ku konê sersaxiyê du rojan bidome.