Îlankirina Meclisa Jinan a Rêya Armûşê diyarî Rojîn Kabaîş hat kirin

  • 19:36 20 Cotmeh 2025
  • Rojane
WAN - Meclisa Jinan a Rêya Armûşê îlankirina xwe diyarî Rojîn Kabaîş û hemû jinên hatine kuştin, kir.
 
Meclîsa Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, li ber avahiya şaredariyê bi daxuyaniyek çapemeniyê daxuyaniya xwe ragihand. Hevşaredara Şaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay, li ser navê meclîsê daxuyanî xwend û diyar kir ku wan îlankirina Meclîsa Jinan diyarî hemû jinên ku hatine kuştin, bi taybetî jî ji bo Rojin Kabaiş, dikin. Canan Uzunay bal kişand ser şîdeta li ser mafê jiyanê yê jinan û polîtîkayên bêcezatiyê.
 
Canan Uzunay ragihand ku wan Meclîsa Jinan ji bo zêdekirina beşdariya jinan di mekanîzmayên biryardanê de û sazkirina wekheviya zayendî ava kirine. Canan Uzunay got, "Bi vê hesasiyetê, wekî jinên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin û jinên ku di şaredariya me de dixebitin, em Meclîsa Jinan radigihînin. Em ê deng, keda jinan di her biryara ku em didin de eşkere bikin. Em ragihandina Meclîsa Jinan a xwe diyarî hemî jinên ku hatine kuştin, bi taybetî Rojin Kabaiş, dikin. Ji ber ku em dizanin ku jin dê edalet, bawerî û wekheviyê bînin vê civakê."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya"Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.