Dosyaya Rojîn Kabaîş: Tundiya dewlet, daraz û serdestiya mêr

  • 09:02 20 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Dîdem Yilmaz der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivî û got: “Cînayeta Rojîn Kabaîş ne şexsî ye, berovajî vê pirsgirêkek civakî ye. Divê  zexta  civakê ya li dijî bûyerê zêdetir bibe.”
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku 27’ê Îlona 2024’an de ji wargehê derket û carek din venegeriya 18 roj şûnde di 15’ê Cotmehê de cenazeyê wê li Perava Molakasim hat dîtin. Piştî cenaze hat dîtin di rapora ji ATK’a Stenbolê hat de hat gotin ku ‘daneyê destdirêjiyê nehatine dîtin’ û salek şûnde di 10’ê Cotmehê de ji heman saziyê rapor hat û got li ser bedena Rojînê DNA’ya aydê du mêran hatine dîtin û yek li ser sînga wê ya din li vajînaya wê hatiye testpîtkirin. Piştî vê bûyerê ji her derê Tirkiyeyê bertekên mezin hatin nîşandan û çalakî û protesto didomin.
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Dîdem Yilmaz der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivî.
 
‘Pergala serdest a mêr’ 
 
Dîdem Yilmaz destnîşan kir ku cînayeta Rojîn Kabaîş, parçeyek polîtîkaya şerê taybet a li Kurdistanê tê meşandinê ye û got divê ev wek mirinek bi guman neyê nirxandin, ev parçeyek polîtîkaya şerê taybet a ku dewlet li Kurdistanê dimeşîne ye. Dîdem Yilmaz wiha vegot: “Li Dêrsîmê di 5’ê Çileya 2020’î de xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku jî winda bû. Di mînaka Gulîstan Doku de jî heman tişt hatin jiyîn. Me jinên ku bedenên wan ji aliyê dewlet û hêzên dewletê ve hatibûn teşhîrkirin jî diîtin. Gumanbarê hevpar ên van bûyeran pergala edaleta serdest a mêr e.”
 
‘Dixwazin gumanbar veşêrin’
 
Dîdem Yilmaz pêvajoya mirina biguman a Rojîn Kabaîş nirxand û wiha bi lêv kir:  “Ev doz salek zêde ye didome. Mirina wê ji serî de biguman hat dîtin lê wan wek întîxar, nîşan da. Biryara veşartinê dan ser dosyayê û gumanbar dihatin zanîn û hatin parastin. Ji vê bûyera ku gotin întîxar e DNA’ya du mêran li ser bedena Rojînê hat dîtin. Ev jî îhtîmala întîxarê bi giştî ji holê radike. Em dinêrin ku pergala edaletê li şûna rastiyan derxe holê gumanbaran diparêze, vedişêre.”
 
‘Gumanbarê hemû cinayetên jinan zîhniyeta serdest a mêr e’
 
Dîdem Yilmaz destnîşan kir ku li her derê Tirkiyeyê ji bo Rojîn Kabaîş têkoşîn tê meşandin û wiha anî ziman: “Ji bo edalet pêk bê malbata Rojîn Kabaîş saleke têdikoşe. Ligel vê divê saziyên jinan, xwendekar piştgiriyê bidin têkoşînê. Em jin dixwazin gumanbar bên darizandin. Li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê der barê Rojînê de çalakî pêk tên. Divê civak ne tenê bûyera Rojînê, bertekê nîşanî hemû qetilkirinan bidin. Di mijara pêkanîna edaletê de jin li kolanê têdikoşin. Bi taybet ev saleke ji bo Rojînê têkoşîneke ku tê dayîn mijara gotinê ye. Em jî hewl didin piştgiriyê bidin. Ji bo edalet pêk bê jixwe her tişt li holê ye, delîl li holê ne. Divê dest ji parastina gumanbaran berdin. Lê em dibînin ku gumanbar ji aliyê zîhniyeta serdest ve tên parastin.”
 
‘Ev ne cînayetek şexsî ye’
 
Dîdem Yilmaz wiha dawî lê anî: “Divê em zextên xwe yên li dijî bûyerê zêdetir bikin. Malbatê bi hewldanên xwe ev saleke têkoşîna xwe meşandin. Ji aliyê hinek aliyan ve piştgirî hat dayîn. Di çapemeniya civakî de der barê Rojîn Kabaîş de parvekirin hatin kirin. Lê gelo ev têr dike? Na têr nake. Divê em ji bo vê li kolanê dengê xwe bilind bikin. Divê zexta civakî hîn bêtir bilind bibe. Divê em jin dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin gumanbarên Narîn Guran, Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş demildest bên dîtin.”