‘Sozên ji bo gelê Kurd hatine dayîn bila bên cih’

  • 19:53 18 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED – Dayika Rahşan Demîrel, Emîne Demîrel di konferansa ku Dayikên Aştiyê pêk anî de axivî û got: “Madem hûn bûne meclîs dakevin nava gelê Kurd û sozên hatine dayîn bînin cih.
 
Meclisa Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiya mayînde ne” konferansa xwe ya 3'yemîn li dar xistin. Konferans li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê yên ji Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê tev li konferansê bûn. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, aktîvîstên TJA'yê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek dayik beşdarî konferansê bûn.
 
Hemû dayik bi laçikên xwe yên spî beşdarî konferansê bûn û hundirê eywanê veguharandin xemla aştiyê. Konferansê bi rêzgirtina ji bo têkoşîn û keda cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Dayika Rahşan Demîrel ku di 1992’an de li Kadîfekale ya Îzmîrê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, Emîne Demîrel di konferansê de axivî. Emîne Demîrel balkişand ser çalakiya keça xwe û da zanîn ku têkoşîn dayîkên aştiyê li hemû cîhanê hatiye bihistin.
 
‘Dakevin nava gelê Kurd’
 
Emîne Demîrel  got: “700 jinên Kurd 7 rojan meşiyan û gihiştin Enqereyê li meclîsê dengê xwe dan bihistin. Cîhanê dirûşme û dengê bilind bû bihist. Li Meclîsê komîsyonek hatiye avakirin. Madem hûn bûn meclîs dakevin nava gelê Kurd û sozên we dane bînin cih. Ji ber şer li ber deriye. Destê we de tiştek nemaye. Îro em dinêrin Kurdan hûn derbas kirine. Ez dayika Rahşan Demîrelim. Ji Nisêbînê têm.Her kesî silav dikim. Konferansê silav dikim.”
 
Konferans sibê wê roja duyemîn de bidome.