Xwendekarên YYU ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê kirin
- 20:30 17 Cotmeh 2025
- Rojane
WAN – Xwendekarên Zanîngeha YYU çalakiya ku ji bo Rojîn Kabaîş dabûn destpêkirin di roja 5’an de berdewam kirin. Xwendekar meşiyan ber ATK’ê û diyar kirin ku divê hemû xwendekarên zanîngehê piştgiriyê bidin çalakiya wan.
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) der barê ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş de çalakî dabûn destpêkirin û di roja 5’an de didome. Xwendekarên piştî rapora ATK’ê dest bi çalakiyê kirin îro jî meşiyan ber ATK’ê û çalakiya runiştinÊ dan destpÊkirin. Bi sedan kes tevli meşê bûn û li ber avahiya ATK’ê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev sale dosya di bin navê întîxarê de hewl hatiye dayîn bê girtin û got: “Hewl dan berpirsan veşêrin. Lê îro di rapora derketiye holê de DNA’yên aydê du mêran hatiye tespîtkirin. Ev agahî 10 mehan hat veşartin. ATK’ê bûyer veşart. Mirina Rojînê ne bûyerek munferîte. Li pişt mirinên biguman yên jinan ev tarîtî û bêberpisyarî û bêcezahiştin heye. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî qetilkirinên jinan têbikoşin û ji roja duşemê şûnde her roj li kampusan tevli berxwedanê bibin.”