Li Amedê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da
- 13:26 2 Cotmeh 2025
 - Rojane
 
	AMED - Sara Merabi di bin şert û mercên gumanbar de li navçeya Rezanê di mala xwe de mirî hat dîtin.
	Sara Merabi li navçeya Rezan a Amediyê di mala xwe de mirî hat dîtin. Xizmên wê ketin hundirê malê, cenazeyê Sara Merabi dîtin û polîs û tendirustvan hatin agahdarkirin.
	Muayeneya bijîşkî diyar kir ku Sara Merabi miriye. Cenaze ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî.
	Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

				
				
				
				
				





