Li Sûriyeyê di mehekî de 267 kes hatin kuştin
- 15:33 1 Cotmeh 2025
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha Îlona 2025'an de li Sûriyeyê 267 kes hatin kuştin.
	Di meha Îlonê de li deverên di bin kontrola cîhadîstên Heyet Tehrîl El-Şam (HTŞ) û herêmên di destê dewleta Tirk û çeteyan de, 267 kes hatin kuştin. Li gor Ajansa ANHA’yê ev bûyerên kuştinê, li Şam û gundewarên wê, Hums, Hema, Laziqiyê, Heleb, Tertûs, Idlib, Dera û Dêrazorê rû dane.
	Li gundê Um Tîna yê bajarê Dêr Hafirê yê li rojhilatê Helebê jî, çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz bi dronan êrişî sivîlan kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de 8 kes hatin qetilkirin.
	Di encama teqînan mayîn, bermahiyên şer an teqandina ketober a guleyan de derdora 20 zarok hatin qetilkirin û nêzî 15 jî jin hatin qetilkirin.
	Di meha Tebaxê de li herêmên di destê HTŞ’ê de û  li herêmên dagirkirî 166 kes hatibûn kuştin.
	Li Siwêdayê jî ji navîna meha Tîrmehê ve hejmara kesên di şer, qetilkirinên li meydanan û êrişên Îsraîlê de hatine kuştin, 2 hezar û 48 e. Bi dehan kes jî hatine revandin.

				
				
				
				
				





