Li Peyasê Festîvala Çand û Keda Jinan dest pê dike
- 09:49 1 Cotmeh 2025
 - Çand û Huner
 
	AMED - Şaredariya Peyasê bi hevkariya Sanatça Organîzasyonê, bi armanca xurtkirina keda jinan, teşwîqkirina hilberînê, hevgirtin û piştgiriya civakî, bi dirûşma “Em bi Ked û Çanda xwe Piştgiriyê Xurt Dikin” amadekariya festîvalekê dike. 2'yem Festîvala Çandê û Parvekirina Keda Jinan a Peyasê ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ve tê organîzekirin, di 3-4-5ê Cotmehê de li Park Ormanê pêk were.
	Di festîvalê de jin dê berhemên bi destan, çand, huner û hilberînên xwe nîşan bidin û bifiroşin. Di çar rojên şahiyê de, dê berhemên xwe bi mêvanan re parve bikin.
	Bernameya festîvalê bi çalakiyên cihêreng hatiye dewlemendkirin. Gerînendetiya Karên Çand û Civakî jî dê konser, şano û çalakiyên hunerî organize bike. Her wiha, Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê jî ji bo zarokan parkûrên lîstikê amade dike û çalakiyek sporê li dar bixe.
	Ev şahiya taybet ku bi standên rengîn, çalakiyên hunerî û aktîvîteyên cihêreng ji her temenî re vekiriye, tê armanckirin ku balê bikişîne ser keda jinan a li herêmê.
	Rayedarên Şaredariyê hemû gel dawetî Park Ormanê dikin da ku piştgiriyê bidin keda jinan û bi coşeke xûrt beşdarî festîvalê bibin.
	Festîval dê di 3-5ê Cotmeha 2025an de pêk bê, bernameya wê wiha ye:
	Çalakiyên Çandî 
	Di her sê rojan de jî konser wê bên dayîn û bername wiha ye: 
	Roja 1.  Sorjiyan (Konser) û Koma Forklorê ya Jin a Peyasê  
	Roja 2.  Dilniya Xan (Konser/Soranî)  
	Roja 3.  Beser Şahîn (Konser)
	Standên Piştgiriya Keda Jinan  
	Standên ku bêne vekirin, van berheman wê tê de cih bigirin: Cilûberg, Tekstîla Malan, Çente, Panç, Berhemên Gundan ên Xwezayî, Turşî/Rîçal/Konserve, Rîwekên Tibbî û Aromatîk û Xwarinên Malan.  
	Çalakiyên Sporê  
	Ji bo zarokan jî amadekariyên hatine kirin wiha ye: Lîstika Nepixandî, Malok, Basketbol, Fûtbol, Voleybol, Tenîsa Maseyê û Trambolîn-Dart (Nîşan girtin).  

				
				
				
				
				





