ROJEVA 30'Ê ÎLONÊ 2025'AN
- 09:00 30 Îlon 2025
 - Rojev
 
	* Nûnera KCDP ya Îzmîrê Tulîn Osmanogullari, destnîşan kir ku îlankirina "Sala Malbatê" ne polîtîkayeke nû ye û piştî Peymana Stenbolê polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike zêde bûne û got ku desthilatdariya siyasî ji kuştina jinan sûcdar e. BI DÎMEN 
	* Endamên Partiya Die Linke ya Almanya, li ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" nirxandin kirin û gotin, "Tevgera Azadiyê ya Kurd gaveke mezin avêt. Niha, pêşveçûna pêvajoya aştiyê bi gavên ku Tirkiye biavêje ve girêdayî ye." DÎMEN HEYE
				
				
				
				
				
				





