Ji jinan bang: Divê civak xwedî li pêvajoya aştiyê derkeve

  • 09:04 19 Îlon 2025
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Jinan diyar kirin ku ji bo Aştî û Civaka Demokratîk divê gavên pêwist bên avêtin û wiha gotin: “Em pêvajoyê erênî dibînin. Divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û piştî vê PKK’ê gav avêt. Di serî de jinan hemû aliyên civakê piştgirî dan gavê. Li aliyê din xebatê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin didome. Di serî de jin hemû civak ji bo aştî pêk bê bang dikin ku divê Tirkiye demildest gavê bavêje.
 
Jinên li Stenbolê tevli bernameya ku Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye bûn, der barê pêvajoya muzakereyê ya didome de axivîn.
 
‘Divê em bibin yek’
 
Endama Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye Berfîn Atar da zanîn ku daxwaza jinan a aştiyeke bi rumet û wekheviyê heye û got: “Daxwaza me ev e ku nasnameya me neyê krîmînalîzekirin, zimanê me Kurdî bê parastin û nasîn. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Aştî ji bo me vê îfade dike. Bêguman yên herî zêde ji şer û pevçûnan bandor dibin jin in. Yên herî zêde zirarê dibînin jinin. Jin hem alî civakî hem alî aborî hem jî malbatê de tundiyê dibînin. Ji ber vê hewcedariya jinan bi aştiyê heye. Ji bo aştiyê divê sererastkirinên qanûnî pêk bên. Ji bo pêşî li destdirêjî û qetilkirinan bê girtin divê delwet rola xwe bilîze.”
 
Berfîn Atar di dawiya axaftina xwe de destnîşankir ku ew wek jin ji destpêkê de ye aştiyê dixwazin û wiha dawî lê anî: “Heta wekhevî pêk bê wê têkoşîna me bidome. Hem di alî hiqûqî de hem di alî wekheviyê de em ê gotina xwe her tim bêjin. Aştî tenê aliyekî eleqeder nake. Me hemûyan elqeder dike. Heta aştiya civakî pêk neyê em ê têbikoşin.”
 
‘Divê demek kurt de aştî pêk bê’
 
Bîrgul Oktan jî diyar kir ku wek jinek Kurd her tim di têkoşînê de ye û wiha vegot: “Ji bo aştiyê dereng mane. Divê aştî demildest pêk bê. Divê demildest encam bê giritn. Divê em bigihêjin armanca xwe. Aştî ji bo her kesî girînge. Ji ber vê divê bikeve jiyanê. Her kes aboriya welat dibîne. Krîza aborî bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye. Sedema vê şer e. Divê êdî şer bidawî be û aştî pêk bê. Em li Tirkiyeyê gelek caran bi êrîş û tundiyê re hatin rû hev. Divê demildets gav bên avêtin. Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin. Jin li her derê têkoşînek mezin dimeşînin. Divê her kes bibe yek, ji bo aştiyê berpirsyariyê bigirin ser xwe.”
 
‘Rengê rondikan tuneye’
 
Zeynep Kuloglu jî balkişand ser pêvajoyê û ev nirxandin kir: “Pêvajoya aştiyê hem ji bo jinan hem ji bo ciwanan gelek bi girîng e.  Divê şer û pevçûn bidawî bin. Divê aştî bê Tirkiyeyê. Bila êdî dayik û jin negirîn. Bila kezeba kesî neşewite ciwan nemirin. Rengê rondikan tuneye. Em dixwazin girtiyên siyasî azad bin.Em dixwazin pêvajoya aştiyê bikeve jiyanê. Divê em hemû wekhevin û xwedî mafan bin. Em dixwazin bi çand û zimanê xwe bijîn. Em pergaleke ku me tune dike naxwazin. Em jî hene. Em bi Kurdbûna xwe serbilindin. Em bi zimanê xwe serbilindin. Em dest bidin hev, xwedî li pêvajoyê derkevin, aştiyê ava bikin.”
 
‘Jin aştiyê dixwazin’
 
Kenya Korkmaz jî daxuyakirin ku bi salane ji bo aştiyê têdikoşin û wiha dawî lê anî: “Bi salane em ji bo aştiyê têdikoşin. Ji bo aştiyê dayikên me bi salane têdikoşin. Em ciwan têkoîna vê didin. Em bi aştiyê bawer dikin. Em pêvajoyê erênî dibînin. Têkoşîna jinan a ji bo aştiyê gelek mezine.”