
Perspektîfa ji Îmraliyê hatiye: Ber bi civaka demokratîk ve
- 09:02 17 Îlon 2025
- Rojane
Pelşîn Çetinkaya
AMED - Siyasetmedar Gulser Yildirim der barê banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatêde kir de axivî û diyar kir ku ev feraset ji bo bidawîbûna pevçûn û pêkanîna aştiyê ferz e.
Rêberê Gelê Kurd Abdulallah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir û diyar kir ku çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn giran bûne, bi demokrasî û îradeya xweser a gelan pêkan e. Abdullah Ocalan bi daxuyaniya xwe da zanîn ku rêveberiyên xwe dispêrin otorîteyên navendî nikarin xwe bidomînin. Ev feraseta ku veguherîna civakî ye, tenê li Rojhiata Navîn li cîhanê wek rizgariya gelan tê dîtin.
Li dijî zilm û înkarê têkoşîn
Gulser Yildirim da zanîn ku pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin gelek bi nirx û girîng e û got: “Lê divê em naveroka wê tije bikin. Dema bnag hat kirin em li Amedê bûn. Em di hişmendiya pêvajoyê de bûn. Me wê rojê got ger ku dema têkoşîna çekdarî dest pê kiriye, zemîna qada demokratîk hebûna û gelê me xwe îfade bikira wê hewce bi çekan jî nehatiba dîtin. Wê demê em piranî zarok bûn. Hîna em piranî nehatibûn dinê. Bi darbeya 12’ê îlonê de ne tenê Kurd hemû civak muxalefet di bin zext û zilmê de bûn. Îşkence, qetilkirin, kuştin, talankirin, koçberkirin. Ji ber vê jî civak ket nava xweparastinê. Gelê Kurd jî ji ber tune hat hesibandin li berxwe da.”
‘Li dijî şer feraseta civaka demokratîk’
Gulser Yildirim daxuyakirin ku şerê heyî bi salane bandorek mezin li ser gelan dike û ev banga Abdullah Ocalan xwedî hêza ku dikare pêşî li van şeran bigire. Gulser Yildirim ev tişt anî ziman: “50 sal in ne tevgera azadiya Kurd, ne dewleta Tirk qedya. Pirsgirêk hîn bêtir giran bûn. Birîn hîn kur in, civak hîna bi tunebûnê re rû bi rû ne. Şer çand, wijdanan tune dike. Desthilatdarî ji vê xwedî dibe. Xerabiyan rewa dikin. Şer ji pergalê re xizmetê dike. Îro hebûna Kurdan ji aliyê dewlet û cîhanê ve hatiye qebûlkirin. Niha divê pêvajoya têkoşîna demokratîk û rêxistibûnê bê destpêkirin.”
Çavkaniya şeran ‘zîhniyet e’
Gulser Yildirim di berdewamiyê de wiha got: “Civak bi ‘civaka demokratîk re’ dikarin mafên demokratîk yên perwerde, azadî, wekhevî û statuyê bidest bixin. Civak çiqas van mafan bixwaze divê li gorî wê têkoşînê bide û xwe rêxistin bike. Ev têkoşîn jî wê banga 27’ê Sibatê xurt bike riya çareseriyê vebike. Wê pirsgirêka Kurd di nava wekhevî û aştiyê de bê çareserkirin. Hêvî dikim ku derfetên hatine dayîn baş bên nirxandin.”
‘Polîtîkayên dewletê hêviyê dişkînin’
Gulser Yildirim wiha dawî lê anî: “PKK’ê piştî bangê gavên girîng avêtin. Lê hîna dewlet li dijî vê polîtîkayên xwe didomîne. Şewitandina çekan a PKK’ê bersivek mezin a ji bo bangê ye. Lê hîna desthilatdarî zextên xwe li ser partiyên muxalefetê, DEM Partî, HDP’ê didomîne. Qeyûman tayîn dikin. Ev jî hêviya guherîna demokratîk dişkîne.Tevgera azadiyê û gelê Kurd di pêvajoyê de ji dil e. Hedef ev e ku felsefeya civakî ya ku nasnameya jinê xurt dike ye. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bidin.”