
'Bila kes kesî mijûl neke'
- 09:04 15 Îlon 2025
- Rojane
STENBOL - Jinan der barê pêvajoya avakirina civaka demokratîk de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Bila çareserî hema pêk bê. Bila kes kesî mijûl neke. Kes ji şer qezenc nake, ji aştiyê jî winda nake. Zimanê me xeta me ya sor e.”
Bi banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûn de, pirsgirêkên ku bi polîtîkayên şer re giran bûn li bende çareseriyê ne. Yek ji van pirsgirêkan ku bi salan edidome, pêknehatina statuya ji bo Kurdî ye û nebûna zimanê fermî ye. Têkoşîna vê bi salane didome û piştî 27’ê Sibatê şûnde ji bo çareseriyê bang tên kirin. Jinan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.
Zubeyde Înce da zanîn ku zextên li ser Kurdî didomin û têkoşîna ji bo ziman jî bi salane tê meşandin. Zubeyde Înce wiha bi lêv kir: “Bi salane zimanê Kurdan tê qedexekirin. Qaşo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd komîsyon hatiye avakirin. Lê Dayikên Aştiyê di komîsyonê de nikaribû bi zimanê xwe biaxivin. Ji avakirina komarê de yek ziman yek netew tê ferzkirin. Birêz Ocalan di roportajek xwe de digot ez li muxatab digerim. Xwezî wê demê muxatab hebûna û komîsyonek wisa bihata avakirin. Ji wê rojê de ev êş nehatinana jiyîn. Gelek pirsgirêkên me hene. Ya perwerde, tenduristî, aborî. Her tişt qedandin. Gule mirovan dikuje. Aştî dide jiyîn. Şer tiştekî nade qezenckirin. Aştî dide jiyîn. Kes ji aştiyê winda nake. Ji bo aştiyê divê her kes berpirsyariyê bigire. Divê çareserî hema pêk bê. Bila kesî mijûl nekin. Êdî bes e. Bila ev êş neyên jiyîn.”
Mercan Gul jî ku di Komeleya Lêkolînên Kurdî de mamoste ye wiha vegot: “Em dixwazin bi zimanê xwe hebin, bi zimanê xwe bifikirin û bijîn. Ji bo em jiyana xwe li ser zimanê xwe heyî bikin divê em perwerdehiyê bi zimanê xwe bigirin. Em ji cihekî din nehatine vir. Em li ser vê axê hatine dinê. Em li vir bûn li Mezopotamyayê bûn. Ji bo em behsa aştiyê bikin divê em ewil ziman nas bikin. Divê em bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Em dest ji zimanê xwe bernadin. Ziman xeta me ya sor e.”